'Tu carî zehmetî yekitiya gelên Efrînê têk nebir' 2020-05-25 09:05:00   Fîdan Abdullah   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne alîkariya hev dikin û gotin: "Li hemberî zilm û zehmetiyan hezkirin û alîkariya di navbera gelên Efrînê de kêm nebû. Bi hev re xebitin û bi hev re têkoşîna jiyanê dan."   Di rewşek wiha de hemû cîhan li hemberî vîrûsa koronayê di nava têkoşînê de ye, dewleta tirk jî her roj gundewarên navçeya Şêrewa ya Efrîn û bajarê Şehbayê êrîşên xwe bênavber berdewam dike. Ligel hemû êrîşan şêniyên Efrînê li Kantona Şehbayê jiyana xwe bi rêxistin dikin. Niha jî gelê Efrînê li Kantona Şehbayê alîkarî didin hev û pêwistiyên hev bi cih tînin. Jinên ku alîkarî hev dikin nêrîna xwe bi me re parvekirin.      Rêveberiya komîna gundê Babinis Nebîhe Hebeş li ser karê komînê û alîkariya gel wiha axivî: "Ji ber kiryarên dagirkeriya tirk em koçberî Kantona Şehbayê bûn, me gelek êş û zehmetî dîtin, lê ev êş û zordarî li hember gelê Efrînê nebû asteng û hemû gel bi yek destî bi hev re dibin alîkar. Dema nan û pêwistiyên gel li komînan tê belavkirin, gel bi dilxwazî tên komînan û bi hev re dibûn alîkar. Li gorî hemû zehmetiyan hezkirin û alîkariya di navbera Gelê Efrînê de kêm nebû her bi hev re dibin alîkar. Tu carî zehmetî û zordarî nikare hezkirin û yekbûna di navbera gelê Efrînê qut bike. Ji bo vegera li ser axa xwe em ê her li ber xwe bidin û têbikoşin."   'Em ê ji bo gelê xwe xebatên xwe berdewam bikin'   Jina bi navê Hikmet Mihemed Menan li ser alîkarîdayîna gel wiha dibêje: " Weke gel em ranawestin me bi hev re li Kantona Şehbayê komîn, meclîs û sazî avakirin û hemû gel bi awayek rêxistinkirî xwe bi rêve dibin û bi hev re karê xwe dimeşînin. Mirovên dewlemend alîkariya malbatên feqîr dikin. Em ê ji bo gelê xwe alîkariya xwe her bedewam bikin."   'Gel ji hemû aliyan ve alîkariya me dikin'   Jina bi navê Hikmet Aslan zehmetiyên ku dijî û alikariya ku tê dayîn wiha anî ziman: "Em malbatek feqîrin, em di malê de 9 kes dijîn û gelê me çi ji destê wan tê bi me re dibin alîkar û moralê me bilind dikin. Li hember hemû aloziyan em ê bibin yek û êrîşên dijmin vala derbixînin. Hêviya me ew e ku Efrîn rizgar bibe, em vegerin li ser axa xwe û jiyanek bê aloz bijîn."