'Diziyê dikin, fîdye dixwazin û gule dibarînin' 2020-05-25 09:03:00   orgul Şêxo   HESEKÊ - 300  pezê aîdê 10 malbatên ji gundê Um El-Xêrê ji hêla çeteyan ve hat dizîn. Jinên li vî gundî dijîn dema ji çetayan pezê xwe xwestin gule bi ser wan de hatin barandin û heqaret li wan kirin.   Kiryarên dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê li dijî sivîlên navçeya Til Temirê didomin. Ji dizî, talanî, revandin û qetilkirinê bigre heta heqaretê ku li jinan dikin berdewam dike. Di 19'ê gulanê de çeteyên girêdayî dewleta tirk, 300 pêzê aîdê 10 malbatan di navbera gundê Um El-Xêr û Leylan de ango li ser rêya M4 diçêriyan. Lê çeteyan 300 pezê malbatan dizîn.   Piştre her 10 malbat berê xwe didin gundê Leylanê, cihê ku çete lê bi cih dibin da ku daxwaza pezê xwe bikin lê kêliya ku dighêjin wir, ji aliyê çeteyan ve rastî gotinên ne ji rêzê û heqaretê taybet ku li jinan dikin tên. Dema ku malbat israra heqê xwe dikin çete li ser jinan gulê dibarînin.    'Ji malbatan fidya xwestin'   Çete piştre fidyeyê ji her malbatekê ku nirxê pereyên wan jî 500 hezarî ye dixwaze. Bi vî rengî her 10 malbat pere didin ser hev û 5 milyonan kom dikin û didin çeteyan. Lê bi hêvîne ku çete keriyê pezên wan li wan vegerînin. Lê mixabin derveyî 50 pez li wan venegerandin û niha 250 pez li cem çeteyan ma ne. Têkildarî vê mijarê jî şahidên bûyerê ji ajansa me re wiha behsa vê bûyerê kirin.    'Gule bi ser me de barandin'     Fatima Cedah Xitban ku pezê wê jî hatiye revandin wiha qala bûyerê wiha dike: "Dema ku me pezê xwe li ser rêya M4 diçêrand, ji nişkêve çete derketin pêşiya me û 300 pezê me dizîn. Dema ku em çûn cem wan daxwaza pezê xwe kir gule bi ser me de barandin û em qewirandin. Em daxwaza pezê xwe dikin."    '40 pezê min dizîn'    Elya Salim Xidir jî ev yek anî ziman: "Di meha remezanê de çeteyan pezê me dizîn û em jî li peyî wan çûn. Em bi hezar gotinên ne rêzê re rûbirû man. Dema ku ez li cem çeteyan bûm min dengê pezê xwe dibhîst. Ê min tenê nêzî 40 serî pez revandin. Ez dixwazim pezê min bidin."    Hêjayî bibîrxistinê ye ku niha 250  pez di destê çeteyan de ne.