Dilgeş ê 3 salî bi dayika xwe re ket girtîgehê 2020-05-24 15:30:47   AMED - Gonul Aslan, piştî li gel 11 aktivîstên jin hat girtin, kurê wê yê 3 salî Dilgeş jî li gel dayika xwe çû girtîgehê.    Li Amedê di 22'ê Gulanê de bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di nav de rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) jî di navde 18 kes hatin binçavkirin.   12 kes li Dadgeha Amedê hatin girtin. Yek ji kesên hatin girtin Endama Melîsa Şaredariya Rezan Gonul Aslan bû. Piştî Gonul Aslan hat girtin û şandin Girtigeha Jinan a Amedê kurê wê yê heta nîvê şevê li salona edliyê ma û piştî dayika wî hat girtin, li gel dayika xwe çû girtîgehê.