‘Ne ji gorên me re û ne jî dayikên me re rêz digirin' 2020-05-24 10:04:11   Medya Uren   AMED - Halîse Aksoy û Netîce Çubuk di Cejna Remezanê de ji ber qedexeyan nekarin biçin serdana goristanên zarokên xwe û gotin: "Gelo di kîjan olî de, di kîjan nîjadî de goristan tên xirakirin û wêrankirin. Lê dayik her roj heman êşê dijîn. Ne ji gorên me re û ne jî ji dayikan re rêz digirin."    Dayikên ku zarokên xwe di nava têkoşîna azadiyê de windakirinê her sal di cejnê de diçûn serdana goristanan. Lê îsal ji ber vîrûsa koronayê bi giştî derketina li derve hat qedexekirin. Ji ber vê jî dayik nekarin biçin serdana goristanan. Di her cejnan de dayik xemgînin û di vê cejnê de jî bêtir bi xemginin. Netîce Çubuk kurê xwe Çekdar Çubuk di nava têkoşîna azadiyê de windakir û Cenazeyê Egît Îpek jî bi rêya korgoyê dayika wê Halîse Aksoy re hat şandin. Dayikan hest û ramanên xwe ya cejnê û neçûyîna xwe ya li ser mezelan ji ajansa me re anîn ziman.    Halîse Aksoy, di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser rêzdariya ji dayikên kurd re tê girtin û wiha got: “Zarokên me di ber rêyek heq de li ser axa xwe hatin kuştin. Bedenên wan yê pîroz bi kargoyê ji me rê tên şandin. Yan ji bedenên wan di bin cedeyan de tên veşartin. Di cejnê de em bi dîmenên wiha re rû bi rû man. Ne rêz ji gorên wan re ne jî ji dayikên wan re hatin girtin. Her tim em ruyek yê wan yê nû dibînin. Çiqas em fêrbûbin ji dikarin mirovahiyê şaşmayî bihêlin. Ji ber ku ew nêzîkatiyên pêşkêş dikin dij mirovahiyê ne. Gelo di kîjan olî de, di kîjan nîjadî de goristan tên xirakirin û wêrankirin. Lê dayikên me îro dubare dubare bi van yekan re êşê jiyan dikin. Lê divê were zanîn ku xwesteka wan ya me tunekirinê wê tucarî sernekeve.”   ‘Ji me re destûr nedan em biçin ser mezelê zarokên xwe'    Halîse di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku di vê cejnê de ewê ji ber qedexeyan nikaribin herin serdana mezelê zarokên xwe û wiha axivî: “Em ê nikaribin, ji me re destûr nîne. Lê dayikên eskeran wê bikaribin herin. Ji ber ku yên xwe can dibînin û yên me ji tiştek na hesibînin. Çiqas rêz ji şehîdên me re girtin ewqas wijdana wan heye ku îro çiqas zordestiyê li ser dayikên şehîdên kurdan didin pêkanîn ewqas wijdana wan heye. Ez xembarim ku nikarim biçim li ser mezelê şehîdê xwe. Zarokên me parastvanên welat û mirovên xwe bûn. Wan zilm û zoriyan li kesekî nekirin û kesekî li ser axa wan ne kuştin. Lê cardin em naçin ji emê li malê duan ji zarokên xwe re bikin û cejna wan ji dilû can pîroz bikin. Em ê bibêjin qehremanên welatê xwe cejna we pîroz be, divê em îro li ber mezelê we ban lê qedexe hene.”   ‘Divê îro dayik bikaribin her li ser goristanan’   Netîce Çubuk ji berteka xwe a li hemberî newekheviyê nîşanda û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ger ku qedexe be bila ji me hemûyan re qedexe hebe. Ger ji hûn newekheviyê bikin em ê qebul nekin. Wê îro dayikê eskeran herin ser gorên zarokên xwe lê ji me re ev maf nayê naskirin. Em dayikin, dîtina mezelên zarokên xwe hizurê dide me. Ger ez neçim wê di min de valehiyek mezin çêbibe. Lewra armanca hikûmetê ji ev e. Dixwazin me bi van yekan bişkînin. Divê dayik îro bikaribin herin ser mezelên zarokên xwe. Ji me re cejin û şahî nîne. Zarokên me tên qetilkirin û me ji miriyê wan ji dûr dixin. Lê serdana wan ji wan re duayek kirin ji bo xemrevînî ye. Bila cejna qehremanên me pîroz be, herî zê de ew cejn û şahiyan maf dikin. Wan ji bo aşitiyê, ji bo wekheviyê canê xwe dan.”