'Kêliyek di bihara welatê min de hêjayî hemû xweşiya cîhanê' 2020-05-24 09:02:00   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Bihara îsal ne wekî her biharê ye, hem şahî hem xemgîne, dilêşî û kêfxweşiye. Ligel gef û êrîşên tirkan li ser navçe û gundewarên Til Temirê, dayikan demeke xweş di biharê de derbas kirin û gotin: "Her çiqas dagirker dîwarê malên me hilweşîne em ê dîsa lêbikin û her çiqas zeviyên me jî bişewitîne em ê dîsa biçînin û şîn bikin.”    Bihar bi dengê çûkan, xurxura avê, hejandina simbila genim a ku niha ber bi zerbûnê ve diçe, lîstokên zarokan û firîna çûkan li asîmanan geş dibe. Ji xwe hebûna dayikan, tîrêjên rojê û kêliyên roj diçe ava, têkiliyên dayikan bi lawir û ajalan û taybet bi xwezayê re rehetiyê dike dilê mirovan de. Li aliyê din kenê ser lêvê zarokan yê ku hêviyê di dilê mirovan de diafirîne û dibe kaniya jiyanê, jiyanê pê watedar dibe.   ‘Hestê biharê di dilê min de pir cuda ye’   Bihara Navçeya Til Temir û gundewarên wê dilê dayik û zarokan xweş dike. Têkildarê vê mijarê Cemîla Ehmed a ji gundê Hemra yê, derbarê kêfxweşiya biharê de vê yekê tîne ziman: "Di biharê de roja herî xweş û bi wate cejna Newrozê di 21'ê Adarê de ye. Bihar ne tenê di alî manewî, di aliyê tenduristî de jî bandoreke wê li ser me heye. Ji gîhayên biharê em pir dermanan ku têra me ya sê demsalan dike çêdikin. Em 9 meha bendewarê hatina biharê dimînin. Di biharê de têkiliyên di nava civakê de jî xurtir dibe.  Ji bo wê hestê biharê di dilê min de pir cuda ye ."   ‘Erdogan û çeteyên xwe bê wijdan û exlaq in’   Cemîlayê got ku her roj balafira keşfê li ser serê wan digere, lê ew jê natirsin û ji gundê xwe jî der nayên û wiha pêde çû: "Ne exlaq û ne jî mirovahî bi Erdogan û çeteyên wî re heye. Ji derveyi dizî, talanî û wêranî, revandin, qetilkirin, tecawîzkirina jin û zarokan tiştekî wan tune ye. Eger ew dîwarê me hilweşîne em ê dîsa lêbikin, zeviyên me bişewitînin em ê dîsa biçînin û şîn bikin. Tiştek li şûna axê rûmeta me ranagre, ji ber wê ew bimrin jî em ê  ser vê axê der nayên û ew ê rojek were û ji xaka me derkevin."   Bihar barê mirovan di gelek aliyan de sivik dike    Nûra Geso jî got me bihara xwe jî jiyan kir û em ê dagirkeran jî têk bibin û wiha dom kir: "Ax û bihara welatê me cuda ye. Me bihara xwe jiyan kir û em ê dagirkeran jî têk bibin û nehêlin xaka me ya bi rûmet qirêj bikin. Bihar barê mirovan sivik dike, taybet malbatên ku nexweşan wan hebin ku derman ji gîhayên xwezayê ji wan re diafirînin. Malbatên ku lawirên wan hebin û di biharê de her li çolan in. Kêliyek di nava bihara welatê min de hêjaya hemû xweşiya cîhanê."