ROJEVA 24 ’ê GULANA 2020’AN 2020-05-24 09:00:00   * Hevseroka Desteya Şarerdariyên gel a herêma Efrînê Kantona Şehbayê Melek Hisên, derbarê berdewamiya tedbîran ji bo vîrûsa koronayê wiha dibêje: "Derfetên me yên kêm nebûn asteng li hember parastina gelê me, tedbîrên parastina ji vîrûsa koronayê berdewam in."DÎMEN HEYE   *Bihara îsal ne wekî her biharê ye, hem şahî hem xemgîne, dilêşî û kêfxweşiye. Ligel gef û êrîşên tirkan li ser navçe û gundewarên Til Temirê, dayikan demeke xweş di biharê de derbas kirin û gotin: "Her çiqas dagirker dîwarê malên me hilweşîne em ê dîsa lêbikin û her çiqas zeviyên me jî bişewitîne em ê dîsa biçînin û şîn bikin.” DÎMEN HEYE   *Hîva Osman 12 salî ye û bi dengê xwe yê nazenîn hest û bêrîkirinên xwe bi rêya stranan tîne ziman. Hîvayê got: "Dema ku bavê min şehîd ket êş û xemgîniyeke mezin di dilê min de bi cih bû. Ev yek jî bandoreke mezin li stranên min kir. Lewra ez herî zêde stranên li ser şehîdan dibêjim û hestên xwe yên xemgîn û westiyayî derxînim." DÎMEN HEYE   *Rêvebera Odeya bijîşkan a Amedê Elîf Turan li ser ser pêvajoya asayîbûnê axivî û wiha got: “Hîna li Tirkiyê kesên bi vê nexweşiyê dikevin hene. Bi taybetî jî li Amedê jimarek zêde kes tuşî vê nexweşiyê bûne. Bi destpêkirina pêvajoya asayîbûnê re mixabin wê rewş ber bi xerabiyê ve biçe û vegera qeyranek mezin.” DÎMEN HEYE   * Dayikên aştiyê diyar kirin ku êdî tu zilm nemaye ku Gelê Kurd nejiyayê û wiha gotin: “Ji dayikan re wê çawa bibêjin zarokên we wiha hatine defnkirin û wiha hatine qetilkirin? Gelo kîjan dayik zilmek bi wî awayî qebûl dike? Êrîşa li ser goristanan nakeve tu exlaq, ol û hiqûqê. Ji kurdan re di gorê de jî rehetî nehiştine.” DÎMEN HEYE   *Jinên ku bertek nîşanî operasyona li hemberî Komeleya Rosayê û binçavkirina aktîvîstên TJA’yê dan, diyar kirin ku ew ê hînî zilmê nebin û vê pergalê qebûl nekin. Jinan anî ziman ku ew normalîzekirina binçavkirina jinan û pergala ku vê normal dibine napejirînin.   *Selda Arcan a ku di sala 2016’de ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hat îxrackirin, dest ji têkoşîna xwe berneda. Seldaya ku bi firotina simîtan debara xwe dike got: Li gel gelek zahmetiyan min hewl da û ji bo xwe kargehek vekir. Bila jin dest ji xeyalên xwe bernedin.” DÎMEN HEYE   *Yeter Tabanci ya ku li ser Kolana Lîsêyê ya Yenî şehirê xwaringeh vekiriye, derbarê xwaringeha ku xeyala wê ya zarokatiyê bû axivî. Yeterê diyar kir ku divê jin xeyalên xwe taloq nekin, guh nedin fikren kesên derdorê û bi fikren xwe tevbigerin.     *Dayikên Kurdistanî ji ber qedexeyan nekarin biçin serdana goristanên zarokên xwe û gotin: "Hikûmet nahêle ku em biçin ser goristanên zarokên xwe û duayan bikin. Lê divê bê zanîn ku xwesteka wan ya tunekirina me dê tucarî pêk neyê." BI DÎMEN