12 siyasetmedar û aktîvîstên jin hatin girtin 2020-05-24 08:29:16   AMED - Bi biryara dadgehê 5 kes bi şerta kontrola adlî serbest hatin berdan û ji bo Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran jî hepsa malê hat dayîn. 12 siyasetmedar jî hatin girtin.    Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê re polîsan di 23’ê gulanê de bi ser malên siyasetmedar û aktîvîstên mafê jinan de girt û 18 kes binçav kirin. Piştî îfadeyên li Emniyeta Amedê siyasetmedaran birin Dadgeha Amedê û îfadeyên wan hatin girtin. Ji 18 siyasetmedaran 4 kes ewilî hatin berdan û îfadeyên binçavkiriyên din heta berdestî sibê dewam kir.    Dozger, di encama nirxandina îfadeyên ku li Miduriyeta Polîsan a Amedê hatibûn girtin de, bi şertê kontrola edlî berdana Endama Damezrênera Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akad Ata, Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, Endama Meclisa Şaredariya Yenîşehîtê Nevriye Çûr û Nazîre Tûrsûn xwest. Dadgeha Cezayê Sulhê endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Huseyîn Harman bi şertê kontrola edlî serbest berda. Bi tevahî 5 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan   Her wiha Dadgeha Cezayê Sulhê jî derbarê Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran jî biryara hepsa malê da. 12 siyasetmedarên din jî hatin girtin.    Navê siyasetmedarên ku hatin girtin jî wiha ye: "Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, damezrînera komeleyê Narîn Gezgor, rêvebera komeleyê Fatma Gultekîn, Aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek, Hevserokê Giştî yê Berê yê DBP’ê Mehmet Aslan, Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Ozlem Gunduz, Hevseroka Rexistina HDP’ê ya Yenîşehîrê Remziye Sizici, endamê Meclîsa Şaredariya Baglarê Veysî Kûzû, Gonul Aslan, Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevîm Coşkûn, endamê HDP’ê Mehmet Alî Altinkaynak û siyasetmedarê kurd Celal Yoldaş."