Li Mexmûrê dayik li goristanê find pêxistin 2020-05-23 22:36:48   MEXMÛR- Dayîkên li wergeha Mexmûrê çûn serdana goristanan û li vir find pêxistin. Dayikan li vir êrîşên li hemberî goristanan û bêhurmetiya li hemberî cenazeyan şermezar kirin.    Bi wesîleya Cejna Remezanê dayikên li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çûn serdena goristana Şehîd Nûjin, li vir find hatin pêxistin. Li vir li ser navê dayikan Gulîzer Şengûl û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Sultan Tan axivî.    Gulîzer Şengûl, di serî de cejna gelê kurd û berxwedêrên azadiyê pîroz kir û got: “Ez jî wek dayika şehîdekî cejna Gelê Kurd, şervanên me û gelê wargehê pîroz dikim. Em miletek pênaber in. Em di bin çembera dewletan û hikûmetan de asê mane. Em dixwazin ku ev qetlîam êdî bi dawî bibin. Dewleta Tirk zarokên me yên li Bakûrê Kurdistanê şehîd ketine, qebra wan dikole, hestiyên wan dikin paket û ji dayikên me re bi rê dikin. Ne di ola îslamê de û ne jî di nav çar pirtûkên pîroz de ji vê nêzîkatiyê wisa nînê. Em vê nêzîkatiyên wan şermezar dikin."   Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Sultan Tan jî axifî û got: "Em Cejna Remezanê li hemû alema Îslamê pîroz dikin. Bi rastî jî îro hovîtiya ku li Bakûrê Kurdistanê li ser gorên zarokên me tê kirin ji derveyî ehlaqê mirovahî û însanetiyê ye. Ew dayikên me yên ku nobetê li ser gorên zarokên xwe digrin, dibêjin em ê li vê derê nobetê bigrin ji bo sibê neyên ziyaretên zarokên me xirab nekin. Li dinê tiştekî wisa hatiye dîtin û ne jî kesekî hovîtiyek bi vê rengê dîtiye.    Lê mixabin, dewleta Tirk vê hovîtiyê li ser zarokên me pêk tîne, li ser dayikên me tîne. Weke dayik û weke gelê penaber a Şehîd Rûstem Cûdî em jî vê şermezar dikin. Em weke gelê vê derê ev deh meh in di bin dorpêç û embargoyeke giran de ne. Di vê cejnê de kesek nikare ji mala xwe derkeve, ev deh meh in însan ji mala xwe derneketine. Her tişt li ser me hatiye qedexekirin. Em vê nêzîkatiyê şermezar dikin.    Ev jî parçeyekî komploya ku li ser hestiyê zarokên me tê kirin e. Dewleta faşîst îro çi li ser gelê me, zarokên me dike û tecrîdê li ser Rêberê me dimeşîne ev jî beşekê wê ye. Em careke din dibêjin, bila kesek neyê kuştin, bila xwîn neyê rijandin. Lê mixabin ev ciwanên ku niha em li ser ziyaretên wan in, di 15’ê Nîsanê de ji ber êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a faşîst şehîd ketin. Sê ciwanên me canê xwe ji dest dan û şehîd bûn. Ciwanên vê wargehê bûn, bêrî bûn. Ev jinên ciwan çi kiribûn? Ev bîst û şeş sal in me ye em penaber in. Em ji ber zilma dewleta Tirk reviyan û hatin vê derê. Li vir jî heman êrişên xwe, zilm û zordariya xwe dimeşîne li ser me. Em di kesayeta her sê keçên xwe yê ciwan de em hemu şehîdên Kurdistanê bibîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Em Cejna Remezanê li malbatê şehîdan, li alema Îslamê û li Rêbertiya xwe pîroz dikin.”