Li goristanên pakrewanan a Rojava find hatin pêxistin 2020-05-23 22:16:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Cejina Remezanê, li Kobanê, Şehba, Tirpespiyê û Til Temirê malbatan çûn serdana goristana pakrewanan û li vir find pêxistin.   Her sal bi hatina Cejina Remezanê re Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekemcar diçin serdana goristana pakrewanan û li vir şev find pêdixînin roj jî diçin şekir belav dikin. Îşev jî bi hatina Cejina Remezanê li bajarê Kobanê, Şehba, Tirpespiyê û Til Temirê li ser gorên pakrewanan find hatin pêxistin.   Li Tirbespiyê bi boneya cejinê find hat pêxistin   Bi pêşengtiya Ciwanên Şoreşger li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê bi hatina Cejina Remezanê li goristana  Şehîd Dilşêr find pêxistin û ciwanan diyar kirin ku ew Cejina Remezanê pîroz dikin û diyariyê pakrewanên xwe dikin.   Li Kobanê jî find hatin pêxistin    Bi hatina cejina Remezanê malbatên şehîdan a Kobanê serdana goristana şehîd Dicle kirin. Her wiha li goristanê find hat vêxistin û ev cejin li pakrewanan hat pîroz kirin.    Li Efrîn û Şehbayê malbat çûn serdana goristanan    Bi hatina cejina Remezanê malbatên şehîdan a Efrîn û Şehbayê û Meclîsa Malbatên Şehîdan  li goristana pakrewanên berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ya Şehbayê û goristana şehîdên komkujiya Til Rifetê ya li navçeya Fafînê ya Şehbayê find vêxistin.    Malbatên li Til Temirê jî find vêxistin   Bi boneya cejina Remezanê, hevrê û malbatên li navçeya Til Temirê li goristana Til Temirê find li ser gorên pakrewanan vêxistin.