Xizmên windayan banga darizandina kiryaran kirin 2020-05-23 16:55:57   AMED - Xizmên windayan ên li Amedê çalakiya xwe li ser medaya civakî li dar xistin û daxwaza darizandina kiryaran kirin.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 589’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar werin darizandin” li dar xist û vîdeoya çalakiyê li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kir. ÎHD’a Amedê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ên xizmên hev pirsî.    Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Adnan Orhan ku di heman demê de kurê Mehmet Selîm Orhan ê ku winda ye axivî û wiha got: “26 sal berê bavê min, apê min û kurapê min ji aliyê eskerên ji Bolûyê anîbûn hatin windakirin. Hemû serlêdanên me bêencam man. Piştî 11 salan li Pasûrê gorek komî ya aîdî 8 kesan derket holê. Me xwest em hestiyên xwe werbigirin û bibin veşêrin da ku gorek me hebe. Lê bele dozgeriya Amed û Pasûrê û Saziya Tiba Edlî ya Amedê gotin hestî winda bûne û destûra me nedane. Hêj gorek me nîne. Em 8 malbat li ser gorekê kom dibin. Lê em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Lê divê kiryar werin darizandin û cezakirin.”