Jinên li Îzmîrê: Em ê bi hevre li ber xwe bidin û bi ser kevin 2020-05-23 16:52:24   ÎZMÎR - Bertek û nerazîbûnên li hemberî binçavkirinan didomin. Li Îzmîrê jin bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Jin dê bi hevre li ber xwe bidin û bi ser kevin."    Bertekên li hemberî binçavkirinên ku li Amed, Wan û Rihayê pêk hatin didomîn. Li Îzmîrê jî jinan binçavkirinan şermezar kirin û gotin di vê pêvajoyê de piştevaniya jinan girîng e.    Endama Însîyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Behiya Yalçin, bertek nîşanî binçavkirina endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran da û got: "Binçavkirina Havvayê nayê qebûlkirin û wekî dixwazin ev bimire. Hûn çi ji dayikên kurd dixwazin. Sibehê Cejna Remezanê ye. Di cejnan de kesên hevdû xeyidinê li hev tên. Lê mixabin li Tirkiyeyê tiştek wisa nîne."   'Em paşve gav navejin'   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Besriye Tekgur, diyar kir ku bi taybetî êrîşê hemû jinan dikin ne tenê jinên kurd û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li ser medyaya civakî her tim tehdît tên kirin. Ji ber ku AKP û MHP di aboriyê de têk çûne serî li polîtîkayên bi vî rengî didin. Êrîşên li hemberî goristanan jî wek jî wan e. Lê divê bê zanîn ku jin tu carî paşve gav navêjin."   'Em ê bi hevre têbikoşin'    Ji Meclîsa Jinan a Sosyalîst Dîdar Gul jî bal kişand ser êrîşan û wiha bi lêv kir: "Jin li dijî taciz, tacawizê her tim di nava têkoşînê de bûn. Lê dewleta serdest jî tu carî êrîşên xwe yên li hemberî jinan bi dawî nekirin. Em bang li hemû jinan dikin ku hêza xwe bikin yêk û bi hev re têbikoşîn."   'AKP otorîteya xwe winda dike'   Ji Meclîsa Jinan a Pêşverûyê Sevgî Ozlem Gulmez, wekî jinên din bertek nîşanî binçavkirinan da û got: "Çend rejîma qesrê ya AKP'ê hêza xwe ya otorîteyê winda dike vê demê serî li faşîzmê dide. Bi qeyûman re hemû destkeftiyên jinan hatin xesp kirin. Dixwazin di vê pêvajoyê de jinê bi tenê bihêlin. Em wekî meclîs her tim li cem jinên têkoşer in."   'Em ê bi ser kevin'   Endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hazal Karabey, da zanîn ku di vê pêvajoyê de hemû jin bûn hedef û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemû jin niha di hedefa hikûmetê de ye. Hemû partî bi zîhniyeta serdest a mêr tê birêvebirin. Tenê HDP'ê bi pergala hevserokatiyê li Tirkiyeyê re alternatîfek afirand. Ji ber vê sedemê jî êrîşê HDP’ê dikin. Lê dema em bibin yek em ê bi hevre bi serkevin."