Siyasetmedarên jin ên HDP'ê: Em hene û em li vir in! 2020-05-23 15:51:10   AMED - Parlamenterên jin ên HDP'ê bertek nîşanî binçavkirinan da û gotin: "Li hemberî siyaseta kurd û têkoşîna jinê dixwazin darbeyê pêk bînin û lê bi ser nakevin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û em dibêjin em hene û em li vir in."    Bertek û nerazîbûnên li hemberî binçavkirina siyasetmedar û aktîvîstên jinan didomin. Her wiha hat diyar kirin ku 18 kes bi hinceta beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê, protestoyên qeyûman, serdana taziyeyan, greva birçîbûnê, protestokirina tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûne hatine binçavkirin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Dêrsim Dag û Semra Guzel bal kişandin ser operasyona ku pêk hatî.    'Jin hedef tên girtin'    Dêsim, da zanîn ku herî zêde jin hatine binçavkirin û got: "Ev tişt nîşan dide ku jin hatine hedef girtin. Îqtîdara AKP'ê pêvajoya vîrûsa koronayê ji xwe wekî firsend dît û di vê pêvajoyê de jî bêtir êrîşê Kurdan kir. Divê pêvajoyê de jî jin dengê xwe bilind kirin û gotin 'Em hene û em li vir in' Ev operasyon li hemberî vê yekê pêk hat. Ji ber ku Komeleya Jinan a Rosayê polîtîkayên AKP'ê yên dijminatiyê diafirand teşhîr dikir hat hedef girtin. Polîsan bi ser komeleyê de girtin û dest danîn ser ewraqên komeleyê. Êrîş ji bo lipêşîgirtina li hemberî bertekên pêşnûme qanûna efûkirina tecawizkara ne. Dixwazin bi zext û zordariyê bertekên heyî ji holê rakin. Lê divê hikûmeta AKP'ê baş bizane ku şerê ku li hemberî jinê tê meşandin di esasê xwe de şerê li hemberî civakê ye jî. Lê jin dê bi têkoşîna xwe dê rê nede AKP'ê    'Li dijî êrîşan têkoşîn...'   Semra, operasyona li hemberî jinan pêk hatî wiha nirxand: "AKP pêvajoya şewbê wekî polîtîkayeke taybet a şer dide meşandin. Li şûna ku li hemberî şewbê têbikoşe li hemberî gelan plansaziya êrîşan dike. Jin her tim li dijî şîdet, taciz, tecawiz û êrîşan li qadan bûn. Her wiha li dijî efûya tecawizkaran jî bêdeng neman. Êrîşa li hemberî jin û lêgerîna li Komelaya Jinan a Rosayê darbe ye. Qeyûm, operasyonên qirkirinê ya siyasî li hemberî têkoşîna jinê û siyaseta Kurdan pêk tê. Bêlê êrîş didomîn û dê bidomin jî lê têkoşîna me jî didome. Nikarin me bêdeng bikin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin."