Dayikên Şemiyê li ser medyaya civakî aqûbeta windayên xwe pirsîn 2020-05-23 15:00:27   STENBOL - Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya heftane li ser hesabê xwe yê medya civakî pêk anîn û aqûbeta Hasan Orhan, Mehmet Selîm Orhan û Cezayîr Orhan pirsîn û gotin dê têkoşîna xwe bidomînin.   Dayikên Şemiyê di hefteya 791’emîn de çalakiya xwe ya heftane ji ber koronayê li ser hesabê medya civakî weşan kirin û li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Hasan Orhan û Mehmet Selîm Orhan ên birayê hev û biraziyê wan Cezayîr Orhan ên di 24’ê gulana 1994’an de hatin windakirin pirsîn. Di sala 2003’yan de hestiyên Hasan û Mehmet Selîm Orhan hat dîtin lê hestiyên Cezayîr Orhan nehatiye dîtin.   'DMME Tirkiye mehkûm kiriye'   Parêzerên malbata her sê xizmên hevin Reynan Yalçindag bal kişand ser Hefteya Windayan û got ev hefte salvegera windakirina her sê xizmên hev e. Reyhan, da zanîn ku piştî her sê xizmên hev hatine windakirin agahî ji wan nehatiye girtin û wan wek Komeleya Mafê Mirovan a Amedê dosyeyê şopandine. Reyhan got di sala 2002’yan de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bi hmnceta binpêkirina mafên mirovan Tirkiyê mehkûm kiriye.   'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'   Kurê Mehmet Selîm Orhan ê hat windakirin Adnan Orhan jî axivî û wiha got: “26 sal berê bavê min, apê min û kurapê min ji aliyê eskerên ji Bolûyê anîbûn hatin windakirin. Hemû serlêdanên me bêencam man. Piştî 11 salan li Pasûrê gorek komî ya aîdî 8 kesan derket holê. Me xwest em hestiyên xwe werbigirin û bibin veşêrin da ku gorek me hebe. Lê bele dozgeriya Amed û Pasûrê û Saziya Tiba Edlî ya Amedê gotin hestî winda bûne û destûra me nedane. Hêj gorek me nîne. Lê em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”   'Hestiyan nedane malbatan'    Metna çalakiya vê hefteyê xwarziya Hayrettîn Eren ê di serema darbeya 12’ê Îlonê de hat windakirin Setenay Yarici xwend. Setenay, windakirina her sê xizmên hev parve kir û got ew ê têkoşîna xwe ya heqîqet û edaletê berdewam bikin. Setenay da zanîn ku Mehmet Selîm û Hasan Orhan ên birayê hev di gora komî de hatiye dîtin lê hestiyan nedane malbatan û hestiyên Cezayîr Orhan jî nehatiye dîtin. Setenay, anî ziman ku pêwîste pêvajoya adlî dîsa were destpêkirin.