Siyasetmedar û aktîvîstên jin sewqê dadgehê kirin 2020-05-23 14:54:48     AMED - Siyasetmedar û aktîvîstên jin duh li Amedê hatibûn binçavkirin sewqê dadgehê kirin   Duh li Amedê li ser lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin, polîsan bi ser malên siyasetmedarên kurd û aktîvîstên jin de girtibû û 18 kes hatibûn binçavkirin. Piştî ku li Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade dayîn qediya sewqê Dadgeha Amedê kirin.    Hat diyar kirin ku bi hinceta siyasetmedar û aktîvîstên jin beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê, protestoyên qeyûman, serdana taziyeyan, greva birçîbûnê, protestokirina tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûne tên sûcdarkirin. Her wiha di dema îfadeyê de pankarta ku ji bo Gulîstan Doku hatî vekirin hat pirsîn.    Navê siyasetmedar û aktîvîstên jin ên ku sewqê dadgehê hatine kirin wiha ne;    Damezrênerên Komeleya Jinan a Rosa yê Ayla Akat Ata, Narîn Gezgor, seroka komeleyê Adalet Kaya, rêveberên komeleyê Fatma Gultekîn, aktîvîstên Tegera Jinên Azad (TJA) Gulcihan Şîmşek, Nazîle Tursun û Zelal Bîlgîn, endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (HDP) Ozlem Gunduz, hevseroka HDP'ê ya Yenîşehîra Amedê Remziye Sizici, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan, endamê HDP’ê Mehmet Alî Altinkaynak, Veysî Kuzu, siyasetmedarê kurd Celal Yoldaş, endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê Huseyîn Harman û Gonul Aslan, endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevim Coşkun, endama Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Nevriye Çûr û endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran.