Ji 30 welatan li dijî şîdetê bang: Li malê bimîne lê bêdeng nemîne! 2020-05-23 12:50:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî şîdeta li hemberî jinê ji hêla parêzerên jin ên endamên Hiqûqa Civakî ve kampanya hatibû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ji 30 welatan jinan li dijî şîdetê peyam şandin û gotin: "Şîdeta li ser jinê tê kirin ji şewba koronayê xetertir e, lê divê jin li malê bêdeng nemîne."    Di pêvajoya vîrûsa koronayê de li tevahiya cîhanê şîdeta li hemberî jinê derket asta herî jor. Parêzerên jin ên endamên Hiqûqa Civakî ji bo balê bikişînin ser şîdeta li hemberî jinê bi dirûşma "Li malê bimîne, lê bêdeng nemîne, berxwedan jinê dide jiyîn’ dabûn destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li ser Twitter, Înstagram û Youtubê peyam tên dayîn.    Jinên ku ji 30 welatan peyam dişînin her heftê beşek tê li ser medyaya civakî tê parvekirin. Peyamên ku hatine parvekirin wiha ne;   " *Ji parêzerên jin Îlyada: Bi hezaran jin, bê reng, cûr, nasname dibin mexdûrê şîdetê. Tevî derbasî asayîbûnê jî bûne jî hêj jî tedbîr nayên girtin. Ji bo ‘rawestandina’ şîdeta li ser jinê hûn jî dîmenan parve bikin.   *Ji Fransayê Marîon: Ji ber şewba koronayê û qedexeya derketina derve hincetên nû yên mêr ên şîdetê li jinê bikin hene. Divê hikûmet bikeve tevgerê.   * Ji Bulgaristanê Niya: Jiyanên mexdûrên şîdeta nava malê niha li ber kemînê ne. Ev kemîn niha hê zêdetir teng û zalim e. Li malê bimîne, lê bêdeng nemîne. Em ji bo hev bibin palpişt.   * Ji Benînê Fatoûma: Şîdet û bêhêzî sparteka herî dawî ye. Divê şîdet li hemberî tu jinê neyê kirin. Ji şîdeta li ser jinê re na.   * Ji Arjantînê Lûcîa: Ji ber tecrîdê li tevahî cîhanê şîdeta li jinê zêde bûye. Li Arjantînê di nava 24 saetan de jinek tê kuştin. Tu ne bi tenê yî alîkarî bixwaze. Bang li hikûmetê dikin ku mekanîzmayên jinan biparêzin û lê xwedî derkevin divê bên pêşxistin.   * Ji Kolombiya Qûta: Şîdeta li ser jinê tê kirin ji şewba koronayê xetertir e.   * Ji Brezîla Lîvîa: Ketina malê şîdeta navxweyî rewa nake. Bi wêrek bin, ixbar bikin.   * Ji Hindistanê Umasheree: Li Hindistanê jî şîdeta navxweyî pir zêde bûye û li gorî raporên pevjînê ji sedî 40 zêde bûye. Tenê ev dane bi raporên tên amadekirin ve sînordar e. Rastî ji vê daneyê pir zêdetire.   * Ji Polonyayê Natalîa: Wexf, sazî û komeleyên mafê jinan zengê lêdidin. Rêjeya şîdeta li ser jinan a ji ber Covîd-19 a li Polonyayê zêde dibe. Bibîne, bibihîse, bê helwest nemîne.   * Ji Kanada Myrîam: Pêşniyar hate kirin ku ji mal dernekevin lê ‘revîn’ nehate qedexekirin.   * Ji Romanya Teodora: Li Romanyayê şîdeta nav malê ya li ser gelek jinan ne nûçeyên kêliya dawî ne. Rastiyeke ku her roj jin rû bi rû dimînin. Mixabin şewba koronayê rîska şideta nava malê zêdetir kir.   * Ji Iraqê Gheed: Şîdeta li ser jinê ji şewba koronayê zêdetir dikuje.   * Ji Kazakistan Adel: Şîdeta li ser jinê ji şewba koronayê zêdetir dikuje.