Rêxistinên Jinan: Wê nikaribin pêşî li gotina me bigirin 2020-05-23 09:17:16   STENBOL - Rêxistinên jinan bertek nîşanî operasyona li hember endamên Komeleya Jinan a Rosa û aktîvîstên TJA’yê dan û diyar kirin ku ew bi hêrsin û gotin wê tu carî nikribin pêşî li gotina jinan negirin.   Duh di saetên sibehê de navenda wê Amed, operasyona siyasî pêk hat û di nav de endama Komeleya Jinan a Rosayê ya navçeya Karakopru ya Rihayê, Narîn Gezgor, li Amedê jî endama Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata, Seroka Komelaya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn, aktîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek, Nazîle Tursun û Zelal Bîlgîn, endamên MYK’a HDP’ê Ozlem Gunduz, Hevsroka HDP’a Yenîşehîrê Remziye Sizici, Şîrîn Zeren û Sevîm Coşkun jî tê de gelek aktîvîsên TJA’yê û siyasetmedar hatin binçavkirin.   Rêxistinên jinan bertek nîşanê operasyonan dan û diyar kirin ku ew her tim li gel Rosa û TJA’yê ne.   ‘Gelo bi kîjan xebatan hatine sûcdarkirin’   Ji Tora Parastina Jinan Çagla Akdere da zanîn ku ev operasyon bi tu awayî nikare bê qebûlkirin û got di pêvajoya OHAL’ê de piştî girtina saziyên jinan, Komeleya Jinan a Rosayê hatiye vekirin û li dijî şîdeta li ser jinan têkoşîn meşandiye. Çaglayê bi lêv kirku Komeleya Rosa di pêvajoya pandemiyê de jî li dijî şîdetê têkoşîn daye û wiha got: “Desthilatdarî curetek wisa ya ku mafê êrîşê bixwe re dibîne. Em jî vê pirsê dikin. Çima we li hember xwişkên me yên Komeleya Rosayê operasyon pêk anî? Gelo bi kîjan xebatê hatin sûcdarkirin? Gelo pirsa ‘Gulîstan Doku li ku ye?’ sûc hat dîtin. Ne dewleta ku Gulîstanê nabîne, Komeleya Rosa ya hesab pirsî sûcdar e? Ev bi  tu awayî nikare bê qebûlkirin. Divê demildest yên di bin çavan de bên berdan.”   ‘Wê nikaribin pêşî li gotina Rosayê bigirin’   Çaglayê destnîşan kir ku ew operasyonê jî bikin, endamên wê binçav jî bikin, komeleyê jî bigirin, wê nikaribin pêşî li gotina Komeleya Rosayê û tevgerên din yên jinan, bigirin û got: “Em ê ji îstîsmarê re bêjin na, ji şîdeta mêr re bêjin na, em ê bêjin ku Peymana Stenbolê pêk bînin û Gulîstan Doku bibînin. Em ê bêjin çi bi Nadîra Kadîrova hatiye. Ev hewldanên vala yên desthilatdariyê ne. Heta ku hevalên me neyên berdan jî wê piştevaniya jinan bidome.” ‘Em ê her tim li pêş van polîtîkayan bin’   Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Esendali, Adîle Dogan jî got operasyona li hember Komeleya Rosa û TJA’yê ew matmayî nehiştine û got desthilatdarî her bûyera li welat tê jiyîn ji xwe re dike derfet û ewil jinan hedef digire û wiha got: “Ev demek dirêje dewletê şîdeta xwe li herêmê bi her awayî zêde kiriye. Ev êrîşa li hember Komeleya Rosayê pêk hatiye li hember hemû jinan pêk hatiye. Divê wisa bê dîtin. Bi gelek hinceta komeleyên jinan girtin. Îro jî heman tiştî dikin. Ev êrîşa li hember jinên ku dengê xwe bilind kirine, xwe rêxistin kirinê ye. Em her tim ligel Komeleya Jinan a Rosa û TJA’yê ne. Em li cem xwişkên xwe ne. Binçavkirin ji bo me tu tiştekî îfade nake. Em ê heta dawî bibin dengên wan. Divê demildest bên berdan.”   ‘Ev ne tesaduf e’   Berdevka Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci jî daxuyakirin ku ev demek dirêje li hember jinan êrîşên cidî hene û got: “Beriya vîrusê jî bi qeyûman re komeleyên jinan hatin girtin. Ev xwe dispêre beriya qeyûman jî. Di pêvajoya OHAL’ê de gelek saziyên jinan hatin girtin. Bêguman ev ne tesaduf e. Desthilatdariya ku korona  ji xwe re kir derfet, hewl da qanûna îstîsmara zarokan jî bike dewrê. Bi qanûna înfazê ya nû re gumanbarên şîdet, kuştin û tacîzê hatin berdan. Dixwaze berdewama vê bîne. Daxwaza me ev e ku demildest jin bên berdan, komele bên vekirin.Dixwazin çavên me bitirsînin. Ev polîtîkayeke çewisandinê ye. Em ê li dijî vê piştevaniya xwe mezin bikin.”   ‘Em bi hêrs in’   Ji Piştevaniya Jinan a Kirkyama Tulay Korkutan jî berteka tûnd nîşan da û daxuyakirin ku ew gelek bi hêrsin û got: “Ew komele li dijî şîdeta li ser jinan dixebitin. Destkeftiyên jinan diparastin û dianîn ziman. Ew der ji bo jinan gelek girîn bûn. Em vê êrîşê şermezar dikin. Bila demildest dawî li vê bêhiqûqê bê anîn. Dewlet ji jinên ku li dijî şîdetê dengê xwe bilind dikin, ditirse. Em saziyên jinan li cem hevalên xwe yên Rosa û TJA’yê ne.”   Ji Jinên Kedkar Nurten Karahanci jî destnîşan kir ku ew ligel Rosa û TJA’yê ne û wiha pê de çû: “Em ê hevalên xwe yên têkoşînê tenê nehêlin. Hinceta van êrîşan çi dibe bila bibe, ev êrîş li hember me hemûyan pêk hatiye, ji bo tirsandina civakê hatiye kirin. Têkoşîna azadiya jinê ya bilind dibe, ji bo dewletê xetereya mezin e. Em ligel jinên TJA’yî ne. Em ligel têkoşînê ne.”