‘Pandemî ji bo zarokan dibe sedema fikaran’ 2020-05-23 09:11:00   Rengîn Azîzoglu   AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Hêviyan a Rengarenk, Duriye Erel, der barê bandora pêvajoya pandemiyê ya li ser zarokan de ku di amadekariya raporê de ne got pêvajoya pandemiyê bi zarokan re rê li ber fikaran û travmayê vedike.   Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Hêviyan a Rengarenk û Berpirsa Bernameyan Duriye Erel, pirsgirêkên ku zarok di pêvajoya pandemiyê de dijîn vegot û der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Ji bo tahliyekirina zarokan xebatên me didomin’   Duriyeyê daxuyakirin ku der barê girtîgehên zarokan û her wiha zarokên bi dayikên xwe re li girtîgehan de dimînin, di pêvajoya pandemiyê de rojev ava kirine û got wan di her derfetê de anîne ziman ku divê zarok di girtîgehan de nemînin. Duriyeyê wiha got: “Di pêvajoyên wek pandemî de bêguman yên herî zêde bi bandor dibin zarokin. Li Tirkiyeyê 7 saziyên înfaza cezayê giran a zarok û ciwanan û 4 malên perwerdê yên zarokan hene. Li gorî daneyên di mijara 2018’an de hatine aşkerakirin 3 hezar û 19 zarok girtî ne. Lê li gorî daneyên wezareta dadê ya 2020’an hejmara zarokên girtî wek 7 hezar û 500 tê zanîn. Rewşa tenduristî, paqijî, piştgiriya civakî-psîkolojî ya van zarokan çi ye em nizanin. Me bi Tora Xebatên Zarokan a Amedê re xebat meşandin ku ev zarok bên tahliyekirin.”   ‘Zarokên bi çanda taxê mezin dibin, derfetên wan baştirin’   Duriyeyê destnîşan kir ku zarokên îro piranî dema xwe li malê dermbas dikin û wiha pê de çû: “Zarok ji dibistanê diçin malê ji malê diçin dibistanê. Demên vala jî bi alavên wek telefon, tablet û kompîturan derbas dikin. Zarokên li tax û gundan dijîn şert û mercên wan baştirin û derfetên wan zêdetirin. Me wek komele xebat meşand. Rewşa zarokên li taxa Ziya Gokalp a Sûrê dijîn zehmetir e. Zarok ji dibistanê dur ketine û neçar mane li gorî qedexeya derketina derve bijîn. Vê bi zarokan şerê di navbera 2015-2016’an hat jiyîn, bi bîr xistiye. Me di çarçoveya xebatê de bi telefonê xwe gîhand 115 zarokî û me xebta tespîtê kir. Di encama xebatê de, tespîta ku vê pêvajoyê di alî fikar û travmayê de bandorek mezin li ser zarokan kiriye, hat kirin.”   ‘Di pêvajoya pandemiyê de şîdeta li ser zarokan zêde bû’   Duriyeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di pêvajoya pandemiyê de şîdeta li ser zarokan zê bûye û wiha dawî lê anî: “Di vê pêvajoyê de mêrên ku betal mane û li malê runiştine li dijî zarokên xwe jî bêtehemul bûne. Bêguman em nabêjin ku hemû bav wisa dikin. Lê mêrên ku şîdetê bikin di her derfetê de dikin. Lê em dikarin bêjin di pêvajoya pandemiyê de ev zêdetir bûye. Em niha der barê binpêkirinên mafên zarokan yên di pêvajoya pandemiyê de raporekê amade dikin û em ê di demek nêz de bi rayagiştî re parve bikin.”