Ji bo girtiyê nexweşê parkînsonê banga edeletê 2020-05-23 09:10:00   MÊRDÎN - Xezal Çelîk ji bo girtiyê nexweşê parkînsonê Ahmet Çelîk banga edeletê kir û got: “Nikare bimeşe, her tim hişê wî diçe û tê. Ev tiştên tên kirin di mirovahiyê de tüne ne. Divê demildest bê tahliyekirin.”   Piştî vîrusa korona rewşa girtiyên nexweş ji ber kontrola doktor zahmet bû ket xeterê. Yek ji van girtiyên nexweş jî Ahmet Çelîk ê nexweşê parkînsonê ye. Xezal Çelîk da zanîn ku hevjînê wê Ahmet Çelîk li girtîgeha Tîpa T a Tarsusê dimîne û ji ber nexweşiya parkînsonê nikare bimeşe û nabin nexweşxanê û derman jî nadinê.   ‘Bi zahmetî dimeşe’   Xezalê bi lêv kir ku Ahmet Çelîk 5 sale girtî ye û nexweşiya wî jî wê demê derketiye holê û wiha got: “Dema li derve bû tu pirsgirêka wî tüne bû. 5 sal berê hat binçavkirin û îşkencekirin. Li serê wî xistibûn. Piştî wê hişê xwe winda kir. Em piştre fêrbûn ku nexweş e. Niha bi du gopal dimeşe. Her tim çavên wî tarî dibin. Bi saya hevalên xwe hewcedariyên xwe pêşwazî dike. Tevî rêveberiya girtîgehê dizane jî tahliye nakin. Ev tişta tê kirin di mirovahiyê de cih nagire.”   ‘Dermanên xwe nikare bigire’   Xezalê daxuyakirin ku divê ji qanûna înfazê hemû girtî fêdeyê bigirin û divê hemû girtî bên tahliyekirin. Xezalê wiha dawî lê anî: “Bi vê pêkanînê îşkencê li girtiyan dikin. Hevjînê min bi salane nikare biçe doktor. Nikare dermanên xwe bigire. Dixwazin girtî li wir bimirin. Bibin doktor jî şûnde vedigerînin. Em dixwazin demildest girtî bên berdan. Qe nebe nexweşiyek hebe jî bila li cem me be.”