ROJEVA 23 ’yê GULANA 2020’AN 2020-05-23 09:00:00   *Jinên bajarê Dêrikê ji bo amadekariya Cejna Remezanê di nava tevgera bazarê de nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin: ”Tevî ku pêwistiyên cejnê  buha ne û em di rewşên zehmet re derbas dibin, em ê cejna xwe weke her sal pîroz bikin. Bi hêviya hemû salên me bi cejnên hêviyê diafirînin kêfxweş bin.” DÎMEN HEYE    *Bi hatina Cejna Remezanê re jinên navçeya Tirbespiyê dest bi  amadekariyan kirin. Jina bi navê Etiya Omer a ji bo Cejna Remezanê kulîçeyan çêdike wiha got got: "Çêkirina kulîçeyan ji bo me çandek kevnar e. Dema bêhna kulîçeyan li taxê belav dibe her kes dizane ku cejn e." DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Gulê Elî Hesen a ku li Şehbayê malek ji xwe  re bi keviran ava kiriye û xemilandiye wiha got: “Dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê malên me talan dikin, em jî li Şehbayê malên hilweşandî  ava dikin û dixemilînin.” DÎMEN HEYE   *Malên Çelê ku wek “Qesir” tên binavkirin û xwedî dîrokek kevnarin dewlet û şaredariya wê ji bo ji xwe re bikin mal dest bi restorasyonê kirin.  Ev xaniyên dîrokî yên malê gel piştî bên restorekirin wê wekî kafe,  restoran û otel ji aliye şaredariyê ve bên bikaranîn. DÎMEN HEYE   *Li gundê Panemêrga  yê naveçeya Mîksê jin ji sere sibehê ve radibin û ji bo komkirina pincar berê xwe didin zozanan.  Jinên ku ji bo pincarê herî baş rêyek dirêj diçin û  xwe digihin cihên herî bilind yên zozanan, piştî komkirinê ji  bo amadekariya zivistanê wan giyan paqij dikin. DÎMEN HEYE   *Xezal Çelîk ji bo girtiyê nexweşê parkînsonê Ahmet Çelîk banga edeletê kir û got: “Nikare bimeşe, her tim hişê wî diçe û tê. Ev tiştên tên kirin di mirovahiyê de tüne ne. Divê demildest bê tahliyekirin.” DÎMEN HEYE   *Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Hêviyan a Rengarenk, Duriye Erel, der barê bandora pêvajoya pandemiyê ya li ser zarokan de ku di amadekariya raporê de ne got pêvajoya pandemiyê bi zarokan re rê li ber fikaran û travmayê vedike. DÎMEN HEYE   *Hina kevir ya li gundên Pîranê tê dîtin ji aliyê gelek kesî ve nayê zanîn, lê fêdeyên wê gelek zêde ne. Yek ji fêdeya wê ya herî mezin ji bo nexweşiya bîrovê gelek baş e. DÎMEN HEYE   *Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari der barê tayînkirina qeyûman a di pêvajoya vîrusê de axivî û da zanîn ku feraseta qeyûm li her qadê pêk tê û got wê îradeya gel şaredariya şûnde bigire. DÎMEN HEYE   *Cigira Serokatiya Giştî ya EMEP’ê Şukran Dogan bertek nîşanê tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP’ê da û da zanîn ku divê aliyên di bin zextê de bên cem hev û ji bilî vê şansê me tüne ye. Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torun jî got ew ê li dijî zextên deshtilatdariyê têbikoşin. DÎMEN HEYE   *Rêxistinên jinan bertek nîşanî operasyona li hember endamên Komeleya Jinan a Rosa û aktîvîstên TJA’yê dan û diyar kirin ku ew bi hêrsin û gotin wê tu carî nikribin pêşî li gotina jinan negirin.