Jinên ciwan êrîşên dewleta tirk şermezar kirin 2020-05-22 20:02:00   HELEB - Tevgera Jinên Ciwan a PYD’ê  êrîşên dewleta tirk li ser Zînê Wertê şermezar kirin.   Tevgera Jinên ciwan a PYD'ê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ên li ser Zînê Wertê û rûxandina goristana pakrewanan li  Bakurê Kurdistanê şermezar kirin. Daxuyanî li navenda PYD'ê ya dikeve taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê hat dayîn, di daxuyaniyê de bi dehan jinên ciwan amade bûn.Daxuyanî ji aliyê Mamosteya KPC-D Zîlan Şêxo ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hati gotin: "Dewleta tirk a faşîst ku jiyana xwe bi tunebûna gelê Kurdistanê dibîne her roj êrîşên qirkirinê li ser tevahî nirxên Gelê Kurd dide meşandin. Gelê me di oxira welatekî azad de bi hezaran ciwanên xwe şehîd dan û her roj bi xwîna van qehremanan deskeftiyan mezin tên avakirin, lê rastiya hovîtiya faşîzma dewleta tirk  gihaştiye lûtkeya binkeftinê. Êrîşên li ser goristana pakrewanan li Bakurê Kurdistanê dike, ev baş dide diyarkirin ku çiqas ji Gelê Kurd ditirse û dixwaze dîroka ku gel bi xwîna xwe nivîsandiye tune bike, ev kiryarên dewleta faşîst ku li hember çavê cîhanê dike derbeyeke ji tevahî mirovahiyê re bi taybet gelê tirk re ye, ne tene gelê kurd re ye.    Şaredariya ku îradeya gel temsîl dike desteser dikin   Rojane binpêkirina mafê mirovan dike şaredariya ku îradeya gel temsil dike desteser dike. Dîktatoriya sedsala Erdogan xeyalên bavikên xwe osmaniya dixwaze bi cih bîne ji bo vê jî di serî de Kurdistan, Suriye û Iraqê weke kela destpêkê dibîne, lê desthilatdariya dewleta tirk li hemberî projeya netewa demokratîk  bin ket. Komploya navneteweyî ya li hemberî hebûna kurdên azad bi salan dest pê kiriye bi hemû dijwariya xwe didome.   Zînê Wertê çavkaniya avakirina îradeya azad e   Rewşa ku li Zîne Wertê tê jîyîn di heman konseptê de ye, gelê me bi tevahî û bi taybet gelê me li başûr daye xuyakirin wê tu carî nayên lîstokên dagirkeran û hevkarên wan, ji ber Zîne Wertê çavkaniya avakirina îradeya azad e. Di dawiyê de em baş dizanin çûyîna PDK ya Zîne Wertê destavêtina tevahî nirxên Gelê Kurd û şehîd xistina her sê gerîlayên li Zîne Wertê îsbata vê yekê ye.   Jinên ciwan her kolanek Kurdistanê bikin cihê berxwedanê    Em weke jinên ciwan ên Rojavayê Kurdistanê di serî de bangawaziya tevahî jinên ciwan ya kurd dikin ku li hember dagirkeriyê û hevkarê  wê bi rihê yekîtiyê û tolhildanê li her kolanek Kurdistanê bikin cihê berxwedanê ji bo tunekirina dagirkeriyê." Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.