DBP û HDP bertek nîşanî binçavkirinan da 2020-05-22 17:44:34   AMED - HDP û DBP li dijî binçavkirinan daxuyaniyek hevpar dan. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku divê baş bê zanin ku tu carî paşve gav navêjin û dê têkoşîna xwe jî bidomînin.    Di çarçoveya operasyona ku îro pêk hatî de 18 kes hatin binçavkirin. Derbarê binçavkirinan de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxuyaniyek hevpar dan. Daxuyanî li ber buroya Navenda Giştî ya DBP'ê hat dayîn. Parlamenterên HDP'ê Tayîp Temel, Îmam Taşçier, Remziye Tosun, Dêrsim Dag, Semra Guzel, Musa Farîsogullari, Gulîstan Kiliç Koçyîğît, Mahmut Togrul, Hevserokên Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM), endama Lîjneya Rêveberiya Meclîsê Satiye Ok, hevserokên bajêr û yên navçeyan ên HDP'ê û DBP'ê tevlî daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku êdi dema îqtîdarê nemaye û got: "Li ber me îqtîdareke ber bi tunebûnê ve diçe heye. Îro carak din em bi operasyoneke qirqirinê şiyarbûn. Jinên ku têkoşîna azadiya jinê dimeşînin hatin binçavkirin. Siyasetmedar hatin binçavkirin. Îqtîdara ku nikare welat bi rêvebibe şewba vîrûsê ji xwe re kir firsend.    Di hedefa îqtîdarê de her tim têkoşîna jinê heye, lê divê baş bê zanîn ku jin tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê polîtîkayên qirêj wekî her tim teşhîr bikin û em ê têkoşîna xwe bidomînin.    Niha îqtîdar tengav bûyê û êrîşê Kurdan dike. Êdî meşruyeta vê îqtîdarê nema ye. Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin li hemberî girtin, binçavkirin, xespkirin û operasyonên qirqirinê bêdeng nemînin. Divê demildest kesên ku hatine binçavkirin serbest bên berdan. Em dest ji siyaseta demokratîk bernadin. Her wiha em tu carî paş ve gav navêjin."