Bertekên li hemberî binçavkirinan: Em ê hin bêtir bi hêz bibin 2020-05-22 17:09:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dîlok, Riha, Mêrdîn, Edene, Agirî û Îzmîrê binçavkirin bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyên ku hat dayîn de peyama bilindkirina têkoşînê hat dayîn.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de Dayika Aştiyê Havva Kiran, rêveberên Komeleya Jinan a Rosa û siyasetmedarên kurd jî di nav de 18 kesên serê sibê hatibûn binçavkirin li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Amedê tên girtin. Li gelek deveran binçavkirin hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de hat diyar kirin ku dê li dijî zext û zordariyan serî natewînin. Li Dîlok, Riha, Mêrdîn, Edene, Agirî û Îzmîrê binçavkirin hat şermezarkirin.    Li Rihayê daxuyanî hat dayîn    Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî daxuyanî da çapemeniyê û binçavkirina aktîvîstên jin û siyasetmedaran şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Pirsûsê pêk hat û parlamenter Ayşe Surucu û Omer Ocalan û gelek kes beşdar bûn. Parlamenter Ayşe axivî û destnîşan kir ku dê kes nikaribe têkoşîna wan têk bibe û got: “Em ê heta dawiyê li dijî zextên têbikoşin. Em ê serê xwe li ber zextên we netewînin û em ê bi têkoşîna xwe bersiva web idin. Em ê hin bêtir bibin xelek û têkoşîna xwe xurttir bikin. Demildest hevalên me berdin. Hûn li ber têkçûnê ne.”   Binçavkirin li Mêrdînê hat şermezarkirin    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Midyadê ya Mêrdînê jî binçavkirinan şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê pêk hat û rêveberê HDP’ê Şîrîn Çelebî axivî û dê operasyonên AKP’ê nikaribin wan bêzar bikin.   Li dijî operasyonan li Agiriyê daxuyanî    Li Agiriyê jî binçavkirin hat şermezarkirin. Bi tevlîbûna parlamenterê Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr û Abdullah Koç, rêveberên bajêr û navçeyan li ber avahiya HDP'ê ya bajêr daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser rewşa Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran ya ku serê sibehê hatî binçavkirin. Parlamenter Dirayet, da zanîn ku bang li herkesî dikin û dibêjin dernekevin dervê û aliyek jî operasyon didin destpêkirin û Havva Kiran a ku 65 salî jortir digirin binçavan. Dîrayet, got ku li dijî faşîzmê tenê hêza kurd a demokratîk li ber xwe dide.    Li avahiya HDP'ê ya Dîlokê daxuyanî hat dayîn    Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê jî daxuyaniya çapemeniyê da û bertek nîşanî binçavkirinan da. Daxuyanî li avahiya HDP’ê pêk hat û Hevseroka HDP’a Dîlokê Songul Koçdag axivî û xwest siyasetmedar werin berdan û got dê tu tiştek nikaribe têkoşîna jinan û gelê kurd asteng bike.   Edeneyê binçavkirin hat şermezarkirin    Li Edeneyê jî binçavkirin ji hêla Rêxistina HDP'ê ya bajer û aktîvîstên TJA'yê ve bi daxuyaniyek hat şermezarkirin. Polîsan nehiştin daxuyanî li ber avahiya HDP'ê ya bajêr pêk bê. Piştre daxuyanî li avahiyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de parlamentera Edeneyê Tulay Hatîmogullari axivî û diyar kir ku çend îqtîdar hêza xwe winda dike ev qasî êrîşê gel dike.    Li Îzmîrê banga têkoşîna bi hevre hat kirin    Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê jî binçavkirina siyasetmedar û aktîvîstên jin bi daxuyaniyekî şermezar kir. Di daxuyaniyê hat diyar kirin ku  zext û zordarî li hemberî têkoşîna me nirake rawes te û di pêvajoya pandemiyê de jî îqtîdar HDP'ê û siyasetmedarên Kurd hedef digire. Di daxuyaniyê de bangewaziya têkoşîna bi hev re hat dayîn.