'Em ê destûrê nedin îstismara zarokan rewa bikin' 2020-05-22 17:06:31   WAN - Jinan bertek nîşanî pêşnûmeya ku tê payin îktidar bîne rojeva meclîsê û îstismarê rewa bike, dan. Jinan gotin:"Îktidar dixwaze bi rewakirina cinayetên jinan û rewakirina îstismara zarokan xwe xwedî bike. Em ê destûrê nedin vê yekê."   Têkildarî pêşnûmeya ku tê payin di rojên pêşiya me de ji aliyê îktidarê ve têkeve rojeva meclîsê û pêşî li îstimara zarokan veke Meclîsa Jinê ya Wanê ya HDP'ê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyanî hat  dayin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, Aktivîstên TJA'yê, Endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê beşdarî daxuyaniya li ber avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê hat dayin. Di daxuyaniyê de pankartên bi   nivîsên "Bersûc ceza bike","Zewaca di temenê zarokatiyê de tundî ye","Zihniyeta baviksalarî ji koronayê talûketir e" hatin hildan. Her wiha dirûşma"Cinayetên jinan polîtîk in" hat berzkirin. Muazzez Orhan a ku di daxuyaniyê de axivî wiha got."Bi zagona ku dixwazin derxin, dixwazan bersûcan bê ceza bihêlin."   'Dixwazin îstismara zarokan rewa bikin'   Muazzezê wiha got:"Zagona ku dixwazin derxin li dijî Peymana Mafên Zarokan e. Ev zagon ew ê rê veke ku zarok bi awayekî sîstematîk bi îstismarê rû bi rû bimînin. Li Tirkiyeyê di 10 salên dawî de îstismara  zarokan 3 qatî zêde bûye. Li gor daneyên Wezareta Dadê di salekê de 8 hezar zaarok bi îstismarê rû bi rû hatine hiştin. Dixwazin îstismara zarokan rewa bikin. Em ê bêdeng nemînin."   'Em ê dev ji jiyana demokratîk bernedin'   Muazzezê bal kişand ser binçavkirina jinên li Amedê û wiha got:"Rejîma yekmêrî ya li qesrê pir baş dizane ku em jin li dijî zihniyeta baviksalarî li berxwe didin. Dizanin ku dema jin fikra xwe bibêje dê civak biguhere. Loma operasyonan li dijî jinên li dijî zihniyeta yekperest li berxwe didin pêk tînin."   'Em ê li jiyana xwe xwedî derkevin'   Muazzezê diyar kir ku qetilkirina jinan ne ji rêzê ye û wiha got:"Îktidar dixwaze bi rewakirina cinayetên jinan û rewakirina îstismara zarokan xwe xwedî bike. Em ê destûrê nedin vê yekê. Em ê li jiyana xwe xwedî derkevin. Ez bang li îktidara ku Vîrusa Koronayê wekî fersend bi kar tîne dikim. Tu îktidarên faşîst heta dawiyê bi rê ve nebiriye hûn ê jî nikaribin bi rê ve bibin."