Meclîsên Jinan: Em ê bêtir li berxwe bidin, em kuçeyan terk nakin 2020-05-22 16:39:24   ENQERE - Meclîsên jinan têkildarî binçavkirina jinên li Amedê daxuyaniya hevpar weşand. Meclîsên Jinan di daxuyaniyê de wiha gotin:"Em ê li dijî zihniyeta baviksalarî û li dijî êrîşên li ser destkeftiyên me bêtir li berxwe bidin. Em ê bêtir li berxwe bidin, em kuçeyan terk nakin."   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (HDK), Komisyona Jinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Jinê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Damezrandina Jinê, Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP), Meclîsa Jinê ya Partiya Rizgariya Ji Nû ve ya Sosyalîst ( SYKP), Jinên Çepgir ên Kesk têkildarî binçavkirina endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û aktivîstên TJA'yê daxuyaniya hevpar dan.    'Di rojên ku zagona tecawizê di rojevê de ye êrîşî jinan kirin'   Di daxuyaniyê de hat gotin:"Vê serê sibehê li Amedê gelek jina hatin binçavkirin. Polîsan bi ser Komeleya Jinê ya Rosayê girtin. Di rojên ku zagona tecawizê di rojevê de ye êrîşî jinan kirin. Ev êrîş wekî êrîşa li ser kesên li dijî qeyûm derketin li dijî îradeyê ye. Ne ji hevdu cuda ne. Ev êrîş li dijî jinên li dijî zihniyeta tecawizkar li ber xwe dide pêk hatiye. Di rojên ku zagona tecawizê di rojevê de ye êrîşî jinan kirin. Bila nebêjin qey bi zexta û êrîşan ew ê têkoşîna jinan bi dawî bikin."   'Em ê bêtir li berxwe bidin, em kuçeyan terk nakin'   Jinan di daxuyaniyê de bal kişandin ser mezinkirina têkoşînê û wiha gotin:"Em ê li dijî zihniyeta baviksalarî û li dijî êrîşên li ser destkeftiyên me bêtir li berxwe bidin. Em ê bêtir li berxwe bidin, em kuçeyan terk nakin. Hevalên me yên hatine binçavkirin demildest serbest berdin."