Ji ber ku beşdarê daxuyaniyan bûne hatin binçavkirin 2020-05-22 16:26:57   AMED - Hat hînbûn ku 18 kes bi hincetên di demên cuda de beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê bûyîn, qeyûm û tecrîd şermezar kirin, çûyîna şînê û tevlî çalakiyên greva birçûbûnê bû ne de hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de Dayika Aştiyê Havva Kiran, rêveberên Komeleya Jinan a Rosa û siyasetmedarên kurd jî di nav de 18 kesên serê sibê hatibûn binçavkirin li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Amedê tên girtin.    Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, 18 kes bi hincetên di demên cuda de beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê bûyîne, qeyûm û tecrîd şermezar kirine, çûyîna şînê û tevlî çalakiyên greva birçûbûnê bûne de hatin binçavkirin.   Polîsan di dema serdegirtinên malan de dest danîne ser telefonan, tablet, pirtûk, kovar, ajanda, qerta SIM’ê, hard dîskan, flash bellekan, kompîtur, kartpostalan û tabelayên resîman.   Damezrênerên Komeleya Jinan a Rosa yê Ayla Akat Ata, Narîn Gezgor, seroka komeleyê Adalet Kaya, rêveberên komeleyê Fatma Gultekîn, aktîvîstên Tegera Jinên Azad (TJA) Gulcihan Şîmşek, Nazîle Tursun û Zelal Bîlgîn, endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (HDP) Ozlem Gunduz, hevserokên HDP'ê ya Yenîşehîra Amedê Remziye Sizici û Kasim Kaya, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan, endamê HDP’ê Mehmet Alî Altinkaynak, Şîrîn Zeren,  siyasetmedarê kurd Celal Yoldaş, endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê Huseyîn Harman û Gonul Aslan, endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevim Coşkun, endama Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Nevriye Çûr û endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran hatin binçavkirin