Dayikên Aştiyê bertek nîşanî binçavkirinan da: Êdî bes e! 2020-05-22 14:46:03   AMED - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê Vasfiye Yîgît û Kutsiye Eryilmaz bertek nîşanî binçavkirina Havva Kiran da û gotin: "Em êrîşên li hemberî jinan tu carî qebûl nakin. Divê di serî de Havva û hemû kesên ku hatine binçavkirin serbest bên berdan."   Li Amedê serê sibêhê pêla binçavkirinê hat destpêkirin û gelek siyasetmedar, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveber, damezrêner û seroka Komeleya Jinan a Rosayê û Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran hat binçavkirin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê Vasfiye Yîgît û Kutsiye Eryilmaz bertek nîşanî binçavkirinan da.    Vasfiye, di destpêka axaftina xwe de bertekên xwe anîn ziman û got: "Binçavkirina Havva Kiran me xemgîn kir. Binçavkirina dayikek tu carî nayê qebûlkirin. Cîhan bi tevahî bi vîrûsa koronayê re mijûl dibe lê mixabin dewleta tirkan jî operasyonan dike. Ji ber ku em Kurd in ev tişt pêk tên. Lê em tu carî dev jî nasnameya xwe bernadin."   Vasfiye, di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li hemberî cenaze û goristanan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Cenazeyên me ji goristanan tên derxistin, goristanên wan tên texrîpkirin û di bin peyarêyê de tên definkirin. Ev kiryar hemû di pêvojaya vîrûsê de pêk hat û dayik nekarin bertek nîşan bidin. Em dibêjin êdî bes e!"   Kutsiye jî wekî Vasfiyeyê bertek nîşanî binçavkirinan da û got êdî bes e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dibêjin dayik çi dixwazin? Dayik dixwazin êdî ev şer ji holê rabe û bila dayik êdî êşên giran nekişinin. Êrîşên li hemberî dayikan tê kirin tu carî nayê qebûlkirin. Her wiha em binçavkirina Havvayê jî şermezar dikin. Em dixwazin kesên ku hatine binçavkirin serbest bên berdan."