Agir bi zeviyên gundê Eyn Îsayê ket 2020-05-22 14:29:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama topbarana dewleta tirk de agir bi zevî û malên welatiyan ket û di encamê de welatî mecbûr man mala xwe vala bikin.    Dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê bi topan êrîşî gundên Eyn Îsa û Girê Spî dikin û di encama berdana topan de agir bi zevî û malên welatiyan dikeve. Dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê duh ber bi êvarê gundê Xalidiyê û Hoşan ya girêdayî Eyn Îsayê topbaran kirin û di encama topbaranê de zeviyên welatiyan şewitî û bi ba re agir belav bû û gihîşt mala welatiyan û welatî mecbûr man mala xwe vala bikin.  Her wiha li gundê Şergirat a rojavayê Eyn Îsa ye di encama topbaranê de agirekî pir mezin li zeviyan derketiye.