Ayşe Gokkan: Li dijî êrîşan em gav paşde navêjin 2020-05-22 13:58:50   AMED - Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan derbarê êrîş, zext û binçavkirinan daxuyanî da. Ayşe got:” Li dijî êrîşan em gav paşde navêjin.”   Vê serê sibehê di encama serdegirtina malan de endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û aktivîstên TJA’yê û gelek siyasetmedar hatin binçavkirin. TJA’yê derbarê binçavkirinan de li Avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxuyaniya çapemeniyê da. Parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyigit, Remziye Tosun, Ebru Gunay, Meral Daniş Beştaş, Feleknas Uca, Semra Guzel, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen, Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydeniz beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘ Li dijî êrîşan em gav paşde navêjin’   Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan axivî. Ayşe diyar kir ku binçavkirin ne hiqûqî ne û wiha got:”Ew ê ji bo vê operasyonê jî hincetekê bibînin lê em baş bi armanca wan dizanin. Em serdema hikumeteke ku tecawiza li dijî pitikek di zikê dayika xwe de rewa dikin de ne. Di serê sibehê de bi ser avahiya komeleyê de girtin. Dest dan ser evrakan. Divê ew evrakan tenê rêveberên komeleyê pê bizaniba. Ev ne hiqûqî ye.Em vê yekê tu carî qebûl nakin.”   ‘Em ê têkoşîna xwe mezin bikin’   Ayşeyê di destpêkê de bang li kesên deng didin AKP’ê kir û wiha got:”Divê li vî welatî êdî dawî li vê rejîmê bê. Divê hevalên me demildest bên berdan. Hikumeta ku bang dike û dibêje bila kesên temenê wan bi ser 65’an dernekevin îro Dayiya Aştiyê Havva Kiran a ku temenê wê bi ser 65’ân re ye binçav dike. Hûn ê tu carî bi gavê paşde nede avêtin. Hûn nikarin bi van rêbazan dawî li têkoşîna me bînin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”   Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.