Nuran Îmîr a HDP’yî: Destên xwe ji xwezaya me bikişînin 2020-05-22 13:42:02   ŞIRNEX - Di pêşengiya Meclîsa Jinan a HDP û TJA’yê de, di derbarê darên ku li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê hîn tên birîn de daxûyanî hat dayîn. Nuran Îmîr a ku axivî  bertek nîşan da û wiha got: “Destên xwe ji xwezaya me bikişînin.” Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), di derbarê darên ku li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê hîn tên birîn de daxûyanî hat dayîn. Di daxûyaniya ku li qûntarê Çiyayê Cûdî hat dayîn de, pankarta "Li Hember Talan û Wêrankirina Xwezayê Em ê Têkoşîna xwe Mezin Bikin" hat vekirin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hevşareda Cizîrê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu û endamên TJA’yê tevlî daxûyaniyê bûn. Li ser navê jinan daxûyanî rêvebira HDP’ê ya Şirnexê Zozan Aksu xwend.  Zozan, anî ziman ku li welat şûna ku ahenga ekolojîk bê parastin di demên dawiyê de berovajî wê tê kirin û wiha got: “Wekî di hemû qadan de îktîdar li dijî xwezayê jî polîtîkayê şer û talankirinê jî daye destpêkirin. Wekî di jiyana mirovan de di xwezayê de jî li bajarên kurdan bi operasyonên ku tên meşandin bi hezaran qadên xwezayî ji aliyê peywirdarên  parastinê ve tên gulekirin û topbarankrin. Niha jî di çarçorveya operasyonên ku tê kirin de daristan ji aliyê cerdevanan û peywirdarên parastinanê tê qirkirin. Li heremên Şirnexê  ji aliyê cerdevanan ve bi hezaran  dar  hatin birîn. Peywirdarên parastinê bi zorê ji gundiyan dixwazin daran bibirin dema ew nabirin cerdevan daran dibirin. Her roj bit onan dar tên birîn û nayên zanîn ku ev daran dibin ku derê û ji bo çi bi kar bînin.” ‘Nebin hevkarê lîstokên qirêj yên îktîdarê’ Zozan, herî dawî wiha got: “Hikûmeta ku tehemûla wê ji ziman, nasname û çanda kurdan re nemaye, bi salane xwezayê jî qir dike. Em ji vir bang li cerdevanên ku komkûjiya xwezayê dikin; hûn sûc dikin, qanûnê binpê dikin û hûn ê cezayê xwe bikişînin. Ji vê şaşiyê vegerin û nebin hevkarê lîstokên qirêj yên îktîdarê.” ‘Nebin hevkarê van kiryarên qirêj’ Piştre Nuran Îmîr a HDP’yî axivî û bertek nîşanê birîna daran da û ev tişt got: “Desthîlatdariya AKP’ê di van salên dawî de roj bi roj tundiya xwe li ser gelê Kurd zêde dike, li gel dijminatiya Kurdan di heman demê de jî politikayên Kapitalizmê jî bi hemû rengan li ser erdnigariya kurdan dimeşîne. Ji goristana heya daristana ji miriya heya zindiya, her cih û warê ku Kurd lê hebe bi awayekî hovane êrişî wir dike u talan û şer li ser dimeşîne. Bi salane di bin sîwana ewlehiyê de koçberî u talana gundan, şewitandina daristanan, rûxandina bajaran, hemû cureyên  şerê qirêj li ser kurdan diceribîne û dimeşîne. Îro jî bi destên  kurdan li ser daristanên Kurdan qirkirinê dike. Ev dijminahiya ne destpêk e û ne dawî ye. Destên xwe ji xwezaya me bikişînin. Bila hemû kes vê yekê bizane û nebin hevkarê van kiryarên qirêj.” Piştî daxûyaniyê bername bi dawî bû.