Komeleya Jinan a Rosa: Li dijî siyaseta tunekirinê di nava piştevaniyê de bin 2020-05-22 11:57:38   AMED - Di encama operasyona siyasî de gelek aktîvîstên TJA û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa yê hatin binçavkirin û serê sibehê bi ser polîsan bi ser Komeleya Rosayê de girtin. Rêveberên komeleyê li ser medyaya civakî wiha pêyam dan: "Em li dijî siyaseta tunekirinê serî natewînin û em ê têkoşîna xwe bi piştevaniya jinan û saziyên jinan mezin bikin."   Serê sibêhê operasyona ku navenda wê Amed bû gelek siyasetmedar, rêveber û damezrênêrên Komeleya Jinan a Rosa û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin binçavkirin. Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, rêveberên komeleyê Fatma Gultekîn, damezrênerên Komeleya Rosa yê Ayla Akat Ata, Narîn Gezgor hatin binçavkirin. Her wiha polîsan serê sibehê bi ser Komelaya Rosayê de girt û li vir lêgerinek dan destpêkirin. Hat diyar kirin ku di lêgerîne de polîsan dest danî ser gelek ewraq û dosyayên komeleyê.    Rêveber û xebatkarên Komeleya Rosa yê li ser medyaya civakê peyamek parvekirin û gotin li dijî siyaseta tunekirin serî natewînin û gotin: "Em ê têkoşîna xwe bêtir mezin bikin û bi piştevaniya saziyên jinan em ê berxwedana xwe bidomînin.    Em dixwazin demildest hevalên me yên hatine binçavkirin serbest bên berdan. Roja destpêkê heta îro em li dijî şîdeta li hemberî jinê ligel şert û mercên xirab me xebatek da meşandin. Em binçavkirin û lêgerîna li komeleyê qebûl nakin û ev tişt lidij hiqûqê ye. Ev tişt li hemberî têkoşîna jinê û destkeftiyên jinan pêk hatiye. Lê em li hemberî pergala serdest a mêr tu carî serî natewînin û em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Em bang li hemû jinan û saziyên jinan dikin ku di nava piştevaniyê de bin."