Li Amedê qirkirina siyasî: Gelek aktivîstên jin hatin binçavkirin 2020-05-22 09:55:13   AMED - Di operasyonek navenda wê ku Amed e hat birêvebirin aktîvîstên TJA û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, Hevserokê DBP'ê yê berê Mehmet Arslan û gelek siyasetmedar hatin binçavkirin.   Serdozgeriya Komarê ya Amedê biryara birêvebirine operasyoneke ku navenda wê Amed e da. Di çarçoveya operasyonê de polîsan bi ser malên aktîvîstên Tevgera Jinan a Azad (TJA), reveber û endamên Komeleya Jinan a Rosa û siyasetmedaran de girt û gelek kes hatin binçavkirin. Operasyon berdestî sibehê pêk hat û polîsan li malan lêgerîn pêk anî.   Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, Endama Avakar a Komela Rosa Ayla Akat Ata, Endama Avakar a Komela Rosa Narîn Gezgor (Li Rihayê), aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek heta niha hatine binçavkirin.   Hat zanîn ku Narîn a li Rihayê hat binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê dê bînin Amedê.    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan, Endama Desteya Rêveberiya Navenda HDP'ê Ozlem Gunduz, siyasetmedar Celal Yoldaş û Nazîle Tûrsûn jî di serdegirtina malên xwe de hatin binçavkirin.   Tê gotin ku hejmara binçavkiriyan dibe ku zêde bibe