Li girtîgehan hîna tedbîr nehatine girtin 2020-05-22 09:14:28   MÊRDÎN - Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê testa 6 gardiyanan pozîtîf derket û hat hînbûn ku hîna jî rûpûş nedane girtiyan. Dayika kurê wê girtî Kasîde Durak bang kir ku divê zarokên wan bên berdan.   Di rojên borî de li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 6 gardiyan xistibûn bin karantînayê û tevî ku gelek girtî bi wan re nîşaneyên vîrusê hatin dîtin jî test ji bo wan nehat kirin û dîsa şandin koxuşên wan û tedbîr nehatin girtin.   ‘Girtî nehatin tahliyekirin’   Kasîde Durak diyar kir ku kurê wê 5 sale girtî ye û bi îfadeyên şahidên veşarî 10 sal ceza lê hatiye birîn û got: “Ev sê mehe em naçin hevdîtinê. Herî dawî geriyan û gotin rewşa wan başe. Piştî bi gardiyanan re vîrus derketiye tedbîr hatine girtin. Lê rûpûş û lepik nadin zarokên me. Gelo vê rîskê çawa li ber çavan digirin. Bila ji bo zarokên me demildest tedbîr bên girtin.”   Kasîdeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê girtî bên tahliyekirin û got: “Kurê min beyî sûc di girtigehê de ye. Bi hezaran girtî wisane. Sûcên wan tune. Niha jî bi vîrusê re têdikoşin. Bila demildest zarokên me bên berdan.”