'Germahiya havînê nexweşiyên li kampan zêde dike' 2020-05-22 09:08:00   Lîlav Elî    ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku di kampa Şehbayê de dijîn, bi hatina germahiya havînê re zehmetiyên ku dijîn parve kirin û gotin: "Bi hatina germahiya havînê re di hemû qadên weke tenduristî, aborî û jiyanî de zehmetiyên ku em  rû bi rû dimînin zêdetir dibin. Ji bo wê em çiqas baxivin jî nikarin van zehmetiyan vebêjin."   Bi hatina havînê re rewşa koçberan jî zehmet dibe, ji ber ku kon germahiya rojê zêdetir dikşîne. Rewşa şêniyên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê di bin konan de dijîn zehmetir dibe. Her wiha bi germahiyê re nexweşî jî zêde dibin û metirsiya jiyankirinê zêdetir dibe. Bi hatina germahiya havînê re jinên Efrînê derbarê zehmetiyên ku dijîn de axivîn.   'Koçberên Efrînê di hemû aliyên jiyanê de têkoşîna xwe bi rê ve dibin'   Ji Rêveberiya giştî ya kampa Berxwedan û Serdemê, Raperîn Xelîl zehmetiyên ku koçber dijîn wiha anî ziman: "Ev nêzî sê sal in şêniyên Efrînê li kampan jiyanek dijwar dijîn. Her mirov nikare van zehmetiyan tehemul bike, lê gelê Efrînê ji bo vegera Efrînê di hemû aliyên jiyanê de têkoşîna xwe bi rê ve dibin. Bi taybet bi hatina germahiya havînê re di hemû qadên weke tenduristî, aborî û jiyanî de zehmetiyên ku gel rû bi rû dimînin zêdetir dibe. Loma em çiqas baxivin jî nikarin wan zehmetiyan vebêjin. Her wiha gel di aliyê karkirinê de jî zehmetiyan dijîn, ji ber ku di bin germahiya havînê de nexweş dikevin. Her wiha em di aliyê av, enerjî, agir û kêmbûna dermanan de jî zehmetiya dijîn. Bi hezaran koçber di kampan de dijîn, ji ber kamp nêzî hev in nexweşiyek biçûk derdikeve hemû kes pê dikeve û ev jî metirsiya tenduristiyê bi xwe re tîne."   'Berxwedana gelê Efrînê mezin e'     Raperînê da zanîn ku rihê berxwedana gelê Efrînê her bilind e û wiha pê de çû: "Ruxmê tevahî zehmetiyên jiyanî, rihê berxwedana gelê Efrînê û vîna wan bilind e. Tişta ku berxwedana wan bilind dike, baweriya vegera Efrînê ye. Herî dawî em bang li saziyên mafê mirovan û neteweyên yekbûyî dikin ku bi erkê xwe yê mirovî rabin, rewşa gelê Efrînê yên koçber ku di kampan de li ber xwe didin bibînin û pêdiviyên wan yên sereke bi cih bînin."   'Em ê rihê berxwedanê mezin bikin'    Jina bi navê Ilfet Elî Bekir li ya kampa Serdem dijî zehmetiyên ku dijî wiha parve kir: "Her roj êrîşên dewleta tirk dewam dike. Li ser vê yekê germahiya havînê jî hat, ev jî zehmetiyên me zêdetir dike. Ji ber kêmderfetiyan em zehmetiyên mezin dibînin. Dilê min pir bi zarokan ve dimîne, em dikarin li ber xwe bidin, lê zarok gelek ji germahiyê bandor dibin. Ruxmê hemû zehmetiyan heta em vegerin ser axa xwe em ê rihê berxwedanê mezin bikin û vegerin Efrîna xwe."   'Hêviya me vegera Efrînê ye'   Jina bi navê Leyla Hisên jî zehmetiyên xwe wiha anî ziman: "Em li ser axa xwe hatin koçberkirin û li Şehbayê di bin konan de dijîn. Ev jî bi xwe re zehmetiyên jiyanî tîne. Em dikarin wate bidin, lê zarok gelek bi bandor dibin û her nexweş dikevin. Dema em li Efrînê li ser axa xwe bûn, me bi kêf jiyana xwe bi rê ve dibir, tenê xwesteka me ew e ku Erdogan were dadgehkirin. Em ewqas bangawazî dikin, lê yek kes jî dengê me nabihîse. Tenê hêviya me ew e ku em vegerin ser axa pîroz a Efrînê."    'Em ê êşên xwe bi vegera Efînê derman bikin'   Jina bi navê Rebîa Xeyrî balkişand ser bêdengiya rêxistinên mafê mirovan û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Tevî ku hemû cîhan rewşa me dizane, lê rêxistinên ku qaşo bi navê parastina mafê mirovan kar dikin, kor, ker û lal bûne û ji êşên ku em dijîn nabin bersiv.  Heta roja îro jî alîkarî nîne û xwesteka me naynin cih. Ma ewqas bê wicdantî dibe? Em ê berxwedana xwe mezin bikin û em ê êşên xwe bi vegera Efrînê re derman bikin."