'Ez îsal şev û roj ji bo parastina zeviyên xwe nobetê digirim' 2020-05-22 09:05:00   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Jina Aşûrî ya cotkar Neîma Îşo ya ku sala borî zeviyên wê yên ceh û genim şewitîn, îsal bi tedbîrên pir xurt pêşwaziya demsala çinînê dike. Neîmayê got:"Dagirker çiqasî bişewitînin em  ê dîsa biçînin û şîn bikin. Sala borî 200 donim şewitandin îsal me 100 donimê din lê zêde kir."   Di sala 2019'an de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê keda salekê ku cotkar û malbatên wan di bendewariya wê de bûn ji aliyê kesên nenas ve hatin şewitandin û bûn xwelî. Bi sed hezaran donimê ceh û genimê cotkaran hatin şewitandin û hin endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn(Asayîş) di kêliyên vemirandina şewata zeviyan de gihiştin asta şehadetê her wiha endamên tîma agirkujê jî beşek ji wan şewitîn û di bedena wan de şop çêbûn. Gelek cotkar û dayikek û 3 zarokên wê jî şewitîn.   Îsal cotkar û tevahî şêniyên ku li herêmê dijîn bi tedbîr tev digerin û zeviyên xwe diparêzin. Yek ji wan jî jina cotkar a Aşûrî Neîma Îşo Nîsan ji gundê Til Tal a Aşûriyan e, derbarê tedbîrên ku îsal girtine, daxwazên xwe û peyama xwe ya îsal vegot.   '200 donim ceh û genimê min bûn xwelî'    Neîmeyê derbarê şewata zeviyên sala borî de, hestên ku jiyaye wiha anî ziman:"Sala borî ji nişkê ve agir bi zeviyên me ketin, tenê yê min 200 donim ceh û genimê min şewitî û bûn xwelî.  Kêliya ku agir bi zeviyên me ketin, ez heya cem jenetora avê beziyam da ku vêxim û avê li agir bikim lê  mixabin agir pir xurt bû. Bi dilekî şewitî û çavên bi hesreta dîtina berhemên salekê min li zeviyê mîna zêrê zer bû û kêlî bi kêlî dibe xwelî mêze dikir."   'Dema ku birayê min agirê zeviyê xwe vedimirand şewitî'   Neîmeyê got ku di şewata sala borî de birayê wê şewitî û wiha dom kir: "Ji ber dûmanê min bira û hevserê xwe winda kir. Ez li wan digeriyam min nedidît. Dema ku birayê min dixwest agirê bi zeviyê wî ketiye vemirîne ew bi xwe şewitî, lê piştî tedawiyê rewşa wî baş bû û dîsa vegeriya û erdê xwe."   'Ew 200 donim şewitandin, min jî îsal 100 lê zêde kir'   Neîmayê got ku yên xwestin bi şewitandina zeviyên me darbeyekê li me bixin bila bizanibin ku îro me dîsa erdê xwe çandiye û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Sala borî 200 donim ceh û genim şewitandin û îsal jî min 100 din lê zêde kir. Heya em hebin jî em ê erdê xwe biçinin û xwedî li keda xwe derkevin."   'Şev û roj em nobeta zeviyan digirin'   Neîmayê got ku ew bi van tedbîran pêşwaziya demsala îsal dikin û wiha pê de çû: "Şev û roj endamên hêzên ewlekariya hundirîn li ser benda kontrolê ne û gund diparêzin. Di heman demê de şêniyên gund jî zeviyên xwe diparêzin. Di rojê de herî kêm 6 caran têm nava zeviyê xwe û li jorî baniyê malê jî li tevgera motoskilêtê ku tên û diçin jî dinêrim. Sala borî zêdetirî 7 milyon ji berhemên zevî bûn xwelî, ji bo wê jî îsal em nobeta zeviyên xwe dikin da ku berhem û keda xwe ya salekê biparêzin."   'Em ê xwedî li dayika xwe ya pîroz derkevin'   Neîmayê bal kişand ser girêdana wan bi axa wan a pîroz ve û wiha dawî li gotina xwe anî: "Axa min dayika min e, çawa dayik xwedî li zarokên xwe derdikeve, îro em jî xwedî li dayika xwe derdikevin. Eger îsal jî erdê me bişewitînin em ê dîsa biçînin û şîn bikin. Sal bi sal ez zevî û baxçeyên xwe zêde dikim. Îsal tenê min 8 donim pembo çandiye."