Jinên Kobanê: Bila Cejna Remezanê bibe dawiya şer û nexweşiyan 2020-05-22 09:04:00   Xezne Celal   KOBANÊ - Jinên Kobanê Cejna Remezanê pîroz kirin û gotin: "Meha Remezanê ya îsal ji ber belavbûna nexweşiya Vîrusa Korona û êrîşên li ser herêmê bi awayekî dijwar derbas dibe. Em hêvîdar in ku ev cejin bi aramî derbas bibe, bibe dawiya şer û nexweşiyan û em bi aramî li ser axa xwe bijîn."   Bi boneya Cejna Remezanê welatiyên Kobanê amadekariyên xwe yên pêşwazkirina cejnê dikin, kulor (kolîçe), şîranî, cil û şekirê cejnê amade dikin. Ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şewba Koronayê meha Remezanê ya îsal bi awayekî zehmet derbas dibe. Her wiha zêdebûna buhayên pêdiviyên jiyanî bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan dike. Bi hatina Cejna Remezanê re jinên Kobanê nêrînên xwe ji me re parve kirin.   'Hêvî dikim ku cejina îsal bi xêr û silametî derbas bibe'   Dayika Fatma Mihemed Cejina Remezanê li gelê Kobanê pîroz kir û wiha pê de çû : "Dema ku meha Remezanê ber bi dawîyê ve diçe, em dest bi amadekariyên pêşwazî kirina cejinê dikin. Ev kar piranî li ser milê jinê ye, em mala xwe amade dikin û diçin sûkê ji bo ku cilên cejnê ji zarokên xwe re bikirin. Em dest bi çêkirina kuloran dikin, li kêleka wê şîranî û şekirê cejnê jî amade dikin. Di roja yekemîn a cejnê de em diçin goristana pakrewanan û cejna wan pîroz dikin, paşê jî em cejna malbat, xizm, cîran, dost û hevalên xwe pîroz dikin. Meha Remezanê ya îsal ji ber zêdebûna buhayên pêdiviyên jiyanî li bazaran bi zehmetî derbas dibe. Ev yek jî piştî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Her wiha li ser qada aborî û jiyana welatiyan bandoreke neyînî dike û welatî di peydakirina pêdiviyên rojane de zehmetiyan dikişînin. Hêvîdar im ku cejina îsal bi xêr û silametî li ser gelê me re derbas bibe."   'Meha Remezanê ya îsal bi awayekî dijwar derbas dibe'   Jina bi navê Hêvîdar Ehmed teqez kir ku meha Remezanê ya îsal ji ber belavbûna nexweşiya Vîrusa Korona û êrîşên li ser herêmê bi awayekî dijwar derbas dibe û wiha domand: "Her sal bi boneya Cejna Remezanê em amadekariyên xwe dikin û pêwistiyên xwe yên ji bo pêşwazkirina cejinê pêk tînin. Îsal jî bi hatina cejina Remezanê re em hatin sûkê ji bo ku cilên cejnê ji zarokên xwe re bikirin. Lê ji ber bilindbûna rêjeya dolar li hemberî lêreya Sûriyeyê bihabûneke di sûkê de çêbûye, ji ber vê yekê min li gorî derfetên xwe cil kirîn. Li aliyekî din şewba Korona li ser me bandoreke neyînî dike û em di peydakirina pêdiviyên rojane de zehmetiyan dibînin. Her sal di cejinê de berî her kesî em cejina şehîdên xwe pîroz dikin ji ber ku bi saya wan îro em bi awayekî aram û azad dijîn. Ez Cejina Remezanê li hemû welatiyan pîroz dikim, hêvî dikim ku ev cejin bi aramî derbas bibe, dawiya şer û nexwaşiyan were û em bi aramî li ser axa xwe bijîn."   'Bi hatina Cejina Remezanê re em kuloran çêdikin'   Di dawiyê de welatiya bi navê Hemîde Şêxo bi boneya Cejna Remezanê wiha nêrîna xwe parve kir: "Ev meha Remezanê ji ber Vîrûsa Korona bi dijwarî derbas dibe Ev li ser tevahî cîhanê xeteriyek e. Em niha gihaştin rojên dawiyê yên meha rojiyê, ji ber vê yekê ez hatim sûkê da ku cil û şekirê cejnê bikirim, tevî bihabûna tiştan min hewl da ku hemû tiştên pêwist peyda bikim. Li gel me adetên taybet ji bo cejnê hene, ji serdemên kevin de em wan adetan pêk tînin. Ji wan çêkirina kulor, şîranî, paqijkirina malê û dema ku cejin tê em êşên xwe ji bîr dikin û cejinê bi kêfxweşî pîroz dikin."