Ji Goristana Kilyosê bang kirin: Definkirina bi vî rengî rûreşî ye 2020-05-21 17:04:33   STENBOL - Derbarê cenazeyên ku bi awayekî komî li tenişta Goristana Kilyosê di bin peyarêyê de hatine veşartin ji hêla endam û rêveberên HDP, HDK û ANYAKAY-DER'ê ve hat şermezar kirin û wiha hat gotin: "Ev li dijî nirxên mirovahiyê ye. Em bang dikin ku dawî li êrîş û nêzikatiya li dijî cenaze û goran bînin. Definkirina bi vî rengî rûreşî ye."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) ya Stenbolê definkirina komî ya 261 cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê derxistibûn û di bin peyareyê de veşartin, şermezar kirin. Leşkeran bi fermana Dozgerê Komarê ya Tetwanê di 19'ê Kanûna 2017'an de beyî agahiya malbatan 282 cenaze bi awayekî korson ji Goristana Xerzanê derxistibûn û şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Piştre rayedaran cenaze bi awayekî komî li tenişta Goristana Kilyosê di bin peyarêyê de veşartibûn.   Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê li Goristana Kilyosê daxuyanî da û definkirina cenazeyan a di bin peyarêyê de şermezar kir. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu, Endamên ANYAKAY DER'ê û rêveberên HDP'ê amade bûn. Komê li ser goristanê pankarta “Ehleq, hiquq û edalet" vekirin û bertekên xwe anîn ziman. Ewil hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Avci bertekên xwe anî ziman ku ev rewşek rûreşiyê ye   'Ev tişt li dijî nirxen mirovahiyê ye'   Erdal, ani zimann ku 282 cenaze bi awayekî korsan ji Goristana Xerzanê derxistin û anîn li peyarêya tenişta Goristana Kilyosê li ser hev definkirin û wiha got: "Cenaze berê 3 caran ji cihê wan hatibûn derxistin û defin kiribûn. Bi biryara îqtîdara AKP-MHP'ê carek din ji cihê wan derxistin û anîn li peyarêya tenişta Goristana Kilyosê ya Stenbolê li ser hev defin kirin. Ev li dijî nirxên mirovahiyê ye. Em bang dikin ku dawî li êrîş û nêzikatiya li dijî cenaze û goran bînin. Divê şaredariya Stenbolê van cenazeyan bi awayekî asayî defin bike. Definkirina bi vî rengî rûreşî ye. Divê wezareta Karên Hundir, Wezareta Dadê û Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu berpirsiyariya xwe pêk bîne."    'Divê cenaze teslîmê malbatan bikin'   Hevseroka ANYAKAY-DER'ê Sultan Karasu jî, anî ziman ku piştî 282 cenaze li Goristana Kilyosê defin kirin, di encama têkoşîn û hewldanamalbatan de 21 cenaze teslîmî malbatan kirin û 261 cenaze jî hêj dipeyarêyê de definkirî ne. Sultan, destnîşan kir ku ev pêkanîn di tu sinc, ehleq û nirxên mirovahiyê de tune ye û xwest rayedar bi lez dawî li vê bê elheqiyê bînin û bi lez cenazeyan teslîmî malbatan bikin.    'Divê cenaze li vir bên derxistin'   Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu jî bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku dê heta dawî dozê bişopînin. Îdîl, diyar kir ku gor nirxên hevpar ên civakan in û wiha got: "Kesên dimirin êdî divê tu kest dest nede wan. Destnedayîna wan heye. Lê tevî vê yekê êrîşî gor û goristanan dikin. Êrîşên li dijî nirxên pîroz ên civakê nayên qebûlkirin. Divê van cenazeyan bi lez ji vir derxin û teslimî malbatên wan bikin. Heta ku cenazeyan teslîmî malbatan bikin û li cihê berê defin bikin em ê şopdarê wan bin.