TJA û TUHAD: Divê qanûna înfazê carek din bê sererastkirin 2020-05-21 15:26:52   STENBOL - Bi pêşengiya TJA û TUHAD'ê li navçeyên Kartal, Fatîh û Avcilara Stenbolê derbarê rewşa girtiyan de daxuyanî hatin dayîn û qanûna înfazê hat şermezarkirin. Di çalakiyan de jinan banga sererastkirina qanûnê kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Alîkariyê ya  bi Malbatên Hikûmxwar û Girtiyan re ya Marmarayê (TUHAD) li dijî binpêkirina mafên girtiyan li navçeyên Kartal, Fatih, Avcılara Stenbolê li ber avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeyan çalakî li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê.    Jinan li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya navçeya Fatîhê daxuyanî dan û diyar kirin ku niha li Tirkiyeyê 4 hezar kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li Tirkiyeyê demildest tedbîr nehatin girtin. Bi taybetî jî li girtîgehan û heta îro jî tedbîr nehatine girtin. Mafê girtiyên siyasî û ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi qanûna înfazê re hatiye binpêkirin. Em li vir bang li rayedaran dikin divê qanûn ji bo hemû kesan be."Di çalakiyê de parlamentera Stenbolê Huda Kaya jî axivî û bal kişand ser xetereyên li girtîgehan. Huda, destnîşan kir ku her roj agahiyên binpêkirina mafên girtiyan te.    Li navçeya Kartalê ya Stenbolê jî bi heman mijarê jin kom bûn û daxuyanî dan û bal kişandin ser rewşa girtiyan. Li navçeya Avcilara Stenbolê jî jinan daxuyanî dan û qanûna înfazê şermezar kirin. Jinan, diyar kirin ku divê bi vebûna Meclîsê re qanûn carek din bê sererastkirin.