Rûniştina doza Fîgen Yuksekdag hat dîtin 2020-05-21 13:47:22   ENQERE - Daneşîna 18’emîn a Hevseroka Berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku ji ber vîrûsa koronaye beşdar nebû, hat taloqkirin.   Daneşîna 18’emîn a Doza Hevseroka Berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku bi angaşta “rêveberiya rêxistinê” , “propagandaya rêxistinê” , “muxalefeta li dijî qanûna meş û cîvanan” , “tehrîqkirina gel a ji bo kîn û neyartiyê” , “tehrîqa sûc” , “biçûkxistina miletê tirk, dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û rêxistinên dewletê” lê hatibû vekirin, li 16’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin.   Fîgen, ji ber vîrûsê tevlî dane?înê nebû, parêzerê wê Can Tombûl li daneşînê amade bû. Parêzer Tombûl, di dane?înê de parastin kir û bi bîr xist ku muwekîla wî Yuksekdag ji 3 salan zêdetir e girtî ye û xwest ku ji ber vîrûsa koronayê û girtina dema dirêj bê berdan. Dozger, xwest ku girtina Fîgen bê berdewamkirin. Piştî müzakereye Dadgehê biryara berdewamkirina girtina Yuksekdag da û dane?înê taloqî 14 Tîrmehê kir.