'Em ê bi hev re bibin alîkar û parastina welatê xwe bikin' 2020-05-21 09:17:41   Xezne Celal   KOBANÊ - Endama Rêveberiya (HPC-JIN) ya li Kantona Kobanê Mûna Silêman girîngiya parastina cewherî nirxand û got: "Dewleta tirk bê navber êrîşî herêmên me dike. Li hember van êrîşan erka me ya sereke parastina civak û welatê me ye. Wek jinên Kobanê em ê bi hev re bibin alîkar û parastina welatê xwe bikin."   Parastin yek ji rêbazên herî bingehîn a ji bo domandina jiyanê ye. Di cîhanê de tu zindî, candar nikarin bêyî parastin bijîn û hebûna xwe bidomînin. Bê xweparastin, aramî jî nayê peydakirin. Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat damezrandin, sazî û dezgehên girîng hatin vekirin. Yek ji wan jî navenda xweparastinê ye. Welatiyên herêmê cihê xwe di vê navendê digirin û erka xwe ya xweparastin û ewlehiya welatê xwe pêk tînin. Parastina cewherî yek ji rêgezên netewa demokratîk e, jin di parastina ewlehiya civak û destkeftiyên gel de xwedî roleke girîng in.   Li ser girîngiya xweparastinê Endama Rêveberiya Hêza Parastina Civakê (HPC-JIN) ya kantona Kobanê Mûna Silêman ji me re axivî û nêrîna xwe parve kir.   'Bê parastin mirov nikare bi aramî bijî'   Mûnayê destnîşan kir ku parastina cewherî di hemû qadên jiyanê de ji bo kesekî pêwist e û wiha pê de çû: "Bê parastin mirov nikare aram bijî. Rêber Apo em hişyar kirin ku parastin tiştekî bingehîn a di jiyana mirovan de ye. Pêwist e mirov xwe û welatê xwe li hemberî hemû êrîşan biparêze. Mirov bê parastin nikare biçe cihekî divê her tim parastina xwe bike. Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê jinan cihê xwe di hemû qadên jiyanê de û bi taybet jî qada parastinê de girtin. Di warê parastina civakê de jin roleke girîng dilîzin. Li kêleka hêzên ewlehiya hundirîn (Asayîş) endamên parastina cewherî jî bi erka xwe ya parastina civakê radibin û rojane dewriyeyên me di nava bajêr de digerin û ewlekariya bajêr çavdêr dişopînin."   'Armanca me parastin û peydakirina aramiyê ye'   Mûna da xuyakirin ku dayik ji parastina zarokên xwe berpirsyar in, parastina wan dikin û hewl didin di hemû qonaxên jiyanê de ewlehiyê ji wan re peyda bikin û wiha domand: "Divê mirov her gav ji bo her bûyerê xwe amade bike, parastina xwe û derdora xwe bike. Divê mirov bi hişyarî tev bigere, xweparastin di vê demê de zêdetir pêwistiya me pê heye û hin pirsgirêkên rojane derdikevin pêwist e mirov xwe jê biparêze. Ger  kesek parastina xwe neke wê her tim dilêş û bi tirs bijî, ew ê di kaos û aloziyan de bimîne. Dema ku mirov xwe biparêze ev ne kêmasî ye, divê xwe, cîran û civaka jî biparêze. Dewleta tirk herêmên me dike aramanca êrîşên xwe û bê navber êrîşên herêmên Bakurê Sûriyeyê dike. Li hemberî van êrîşan erka me ya sereke parastina civak û welatê me ye. Em ê bi hev re alîkar bin û parastina welatê xwe bikin."   'Tevlî perwerdeya xwaparstinê bibin û xwe bi rêxistin bikin'   Mûnayê teqez kir ku hemû endamên parastina cewherî di parastin û xizmetkirina civakê de xwe berpirsyar dibînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em serdana malbatan dikin ta ku wan hişyar bikin û wateya girîngiya xweparastinê di nava civakê de bidin rûniştandin. Em perwerdeyên fikirî, siyasî û leşkerî didin welatiyan. Ji bo bikaribin li hemberî hemû êrîşan bi rê û rêbazên cuda xwe biparêzin. Bang li welatiyan dikim ku tevlî dewreyên xweparastinê bibin, xwe bi rêxistin bikin, wate û girîngiya parastinê nas bikin. Hêvîdar im ku welatiyên me yên li derveyî Kurdistanê vegerin welatê xwe û parastina welatê xwe bikin."