'Em hêvî dikin ku ev cejin aramiyê bîne welatê me' 2020-05-21 09:16:08   Roj Hozan   QAMIŞLO - Jinên bajarê Qamişloyê bi hatina cejna Remezanê di nava bazarê de amadekariyên cejinê dikin, kêfxweşiya xwe bi cejnê tînin ziman û wiha dibêjin: "Rihê cejnê û kêfxweşiya wê her di dilê me de zindî ye, lê îsal buhabûna pêdîviyan a di bazarê de jiyana me zehmet kir, em bi hêvî ne ku ev cejn bibe cejna aramiyê ya li welatê me."   Bi hatina cejina Remezanê re tevgera di bazaran de zêde ye û tevgera mirovan ji bo pîrozbahiyê cejinê zindî ye. Di nava bazarê de her cureyên pêdîviyên cejinê ji şêraniyê, kirîna cil û bergan tê dîtin. Di dikanên firotinê de tevgerek pir mezin heye û mirov li gor derfetên xwe dixwazin  bi vê cejinê re kêfxweş bijîn. Li ji ber buhabûna jiyanê bandor li ser tevgera ji bo cejnê jî tê kirin. Yên herî ji cejnê hez dikin zarok in. Tevî êrîş û zehmetiyên jiyanê jî hîn ew rihê xweş yê pîrozbahiyê di nava gel de heye û bi derfetên herî kêm jî dixwazin bi hev re cejina xwe pîroz bikin. Têkildarî mijarê jinên bajarê Qamişloyê yên ku bi hatina cejina Remezanê di nava bazarê de amadekariyên cejnê dikin kêfxweşiya xwe anîn ziman û bi me re parve kirin.   'Bi hêviya ku ev cejin bi xweşî derbasî mala her kesî bibe'   Jina bi navê Hemîda Ferhan cejina Remezanê li tevahî gel pîroz kir û ji bo cejina îsal wiha nêrîna xwe anî ziman: "Di dema berê de cejin, gotineke pir bi qîmet bû û wateya wê jî cuda bû. Piştî mehekê ji westandina rojiyê em bi dilekî gerim li benda cejinê diman. Di cejnê de mirov li hev dipirsin û li hev kom dibin, pîrozbahiya wê demê bi xêr û bereket bû. Niha di nava van salên dawiyê de em nizanin bê cejin çawa tên, dema ku dibêjin cejin hat em li peydakirina pêwîstiyên cejnê diheyirin.  Rast e ew rih hîn di nava civakê de zindî ye, lê ambargoyên ser herêma me dihêlê ku mirov ne rehet be. Tevgera bazarê îsal jî pir heye û mirovên weke min neçar dimînin tevî buhabûna heyî ji bo zarokên xwe cejinê pîroz bikin. Ez nabêjim ku cejina me ne bi wate ye, lê watedariya herî mezin dema ku mirov bi kêfxweşiyeke wisa li hev miqate bin û ser vî gelî pêdîviyên cejinê buha neke. Bi hêviya ku ev cejin bi xweşî derbasî her mal û  dilê her mirovekî bibe."   'Em bi hêvî ne rojên welatê me aram bin'   Jina ji pêkhateya ereb Henûf El- Ehmed derbarê tevgara bazarê û rewşa cejina îsal nêrîna xwe wiha ji me re parve kir: "Cejina Remezanê pir xweş e, lê buhabûna bazarê  jiyana me zehmet kir. Dema ez li nava bazarê digerim ez dibêjim hîn xêr û dilpakî di dilê mirovên herêma me de heye. Hevgirtina gelê herêmê bi hev re gelek rewşên zehmet derbas kir û wê  vê rewşa aloz jî derbas bike. Ez niha li bazarê me şekirê cejnê dikirim, li gor derfetên xwe ez nikarim yê pir buha bikirim, lê ya xweş em xwe hîs bikin em di pêşwaziya cejnê de ne. Ya girîng ew e ku em aram bijîn. Em dikarin bi xwe cejina xwe xweş bikin ne girîng e em çiqas dikarin pêdîviyan bikirin, tenê dema em ji hev re bêjin cejna te pîroz be watedariya wê di hest û dil de zindî ye. Bi hêviya ku hemû rojên welatê me cejnên aram bin."    'Divê cejna me cejna xweşiyê be'   Jina bi navê Felek Ehmed jî di bazarê de şêraniya cejinê dikirî û cejna Remezanê li hemû gelê herêmê pîroz kir û wiha got: "Di vê cejnê de ez dixwazim ku gelê me di nava xêr û xweşiyê de be. Pêdiviyên  cejnê pir buha ye, berê me heya 5 kîlo şekir dikirî îsal em nikarin ji bêlî 2 kîloyan bikirin. Cejna borî rewş baştir bû. Em radijin tiştekî bikirin dikanfiroş devê  xwe bi dolara vedikin, dolarê me nînin heya ku ewqas tiştan li me buha dikin. Em dixwazin êdî çareseriyek ji vê rewşa zehmet re bê dîtin, da ku cejin derbasî malê mirovên xizan jî bibe. Ev mehek bû em di karantînaya Vîrûsa Koronayê de bûn. Dîsa em dibêjin divê cejna me cejna xweşiyê be û em bi hev re rê li ber xwe bidin."