‘Dewlet bixwaze dikare Gulîstanê bibîne’ 2020-05-21 09:08:00   WAN - Gulîstan Doku ya li Dêrsîmê winda bû, hêjî  agahî jê nayê girtin. Ji Komîsyona Em ji bo Gulîstanê Edeletê Dixwazin, Ayşe Eser û Hîvda Selen ya OGK’î bang kirin ku divê bûyer bê ronîkirin.   Xwendekara Zanîngeha Munzurê, Gulîstan Doku (21) ji 5’ê Çile de ye agahî jê nayê girtin. Ji bo dîtina Gulîstanê xebatên têr û tije nayên kirin û di lêpirsîna der barê bûyerê de hatiye destpêkirin de jî tu pêşketin çênebû. Der barê hevalê wê ku hemû guman wî nîşan didin Zaînal Abarakov de jî tu lêkolîn nehat kirin.   Ji Komîsyona Em ji bo Gulîstanê Edeletê Dixwazin, Ayşe Eser û ji Endama Koordînasyona Navenda Jinên Ciwan yên Azad (OGK) Hîvda Selen der barê mijarê de axivîn û da zanîn ku ew dixwazin ku hîn bibin kî li pişt bûyerê ye.   ‘Delîl tên reşkirin’   Ayşe Esmer daxuyakirin ku polîtîkayên tunekirinê li ser Gelê Kurd tên meşandin û hîna jî didomin û wiha got: “Rayedar bi israr li cihekî lêgerînê dikin. Em wek Komîsyona Ji bo Gulîstan Doku Edelet, dibêjin ku divê li ser întîxarê nesekinin û li cihên din jî lê bigerin. Emniyet û Walîtî her tim li cihekî lêkolînê dikin. Em bi hinek xebatkar, ekîbên AFAD’ê re hatin cem hev. Dibêjin ku talîmat ji wan re tê û ew jî wisa dikin.Dibêjin ‘Heta bendav neyê valakirin em nikarin lêgerînê bikin. Av şîluye asta wê bilinde. Em tiştekî nabînin’. Dêrsîm bajarekî biçûk e. Li her kolana wê kamera hene. Jineke 21 salî çawa wisa winda dibe. 136 roje agahî jê nayê girtin. Ewlehiya lêpirsîn û lêkolînê tüne ye. Lêpirsîn ji aliyê şaxa ku bavê gumanbar Zaînal lê dixebite ve tê meşandin. Delîl tên reşkirin. Kî li pişt vê bûyerê ye em dixwazin hîn bibin. Em dixwazin hîn bibin ku çi vedişêrin. Gelek tiştên tên veşartin hene. Dîmenên ku Zaînal têde hebûn tune kirin. Dîmenên 3-4 saetan didomin nayên dayîn. Em dîmenan dixwazin dibêjin kamera naxebitin. Kes ji wir derbas nabe.”   ‘Em ê bi piştevaniya jinan Gulîstanê bibînin’   Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wan ji destpêka bûyerê de çalakî û bername pêk anîne û wiha got: “Bi pandemiyê re gelek xebatên me asteng bûn. Ger pêvajoyek normalbûnê ya baş pêk bê em ê dîsa xebatên xwe bikin. Em ê bi piştevaniya jinan Gulîstanê bibînin.” Hîvda Selen ya OGKÎ jî  daxuyakirin ku ew Şûle Çet û Gulîstan Doku dişibînin hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Dêrsîmê windakirina Gulîstanê, bêguman ji polîtîka windakirinê ne serbixwe ye. Gulîstan her wiha jinek kurd bû. Zîhniyeta serdest a mêr bi rêxistinkirî ketiye tevgerê. Em wek Jinên Ciwan yên Azad bi her awayî em ê aqûbeta Gulîstanê bipirsin. Hinek komên dewletê wê têkoşîna me nedin sekinandin. Em ê bibin dengê Gulîstanê û têkoşînê mezin bikin.”