TAJÊ plansaziya xwe ya 3 mehan derxist 2020-05-20 18:35:42   ŞENGAL - TAJÊ komcivîna xwe bi dawî kir û plansaziya xwe ya 3 mehan derxist. Her wiha hat diyar kirin ku dê ji bo temsîliyeta jinê li hemû saziyan hebin dê xebatê bidin meşandin.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî xebatên ku hatine kirin, pirsgirêk û çareseriya pirsgirêkên jinan de komcivînek li dar xistin. Komcivîn îro serê sibehê dest pê kir û bi plansaziya 3 mehan îro hat bi dawîkirin.    Di komcivînê de jinan xebatên xwe yên 3 mehan ragihandin û piştre jî li ser pêvajoya siyasî rawestiyan. Her wiha di civînê de li ser pirsgirêkên jinan û çareseriya pirsgirêkan jî nîşaq hatin kirin. Her wiha di komcivînê de sînevizyonek jî hat temaşekirin. Encamnameya civînê jî ji hêla berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî ve hat aşkerakirin.    Plansaziya 3 mehan a TAJÊ wiha ye:    " *Hezîran: Di meha hezîranê de dê derbarê têkoşîna azadiyê de sînevîzyonek bê temaşekirin û semîner bên dayîn. Her wiha di vê mehê de meşên bi girseyî jî dê bên lidarxistin. Her wiha ji bo Zîlan jî li gelek gundan dê semîner bê dayîn.    * Tîrmeh: Di tekîldarî komxebata fermanê dê rêze çalakî bên lidarxistin. Civînên jinan dê bên lidarxistin û meşên girseyî bên organîzekirin. Her wiha dê li ser fermanê jî li hemû civînan sînevîzyonek bê têmaşekirin.    * Tebax: Dê vê mehê komcivînek bê lidarxistin."   Di komcivîna TAJÊ'ê armanc jî hatin aşkerakirin û wiha rêz kirin;    "* Dê di nava saziyan de vîn û temsîliyeta jinan xurtir bikin     *Dê devreyên perwerdê ya xweser ji bo meclîsan bê destpêkirin.   *Dê xebatên çand û hunerê bên pêşxistin û Koma Dayikên Dengbêj dê bê avakirin."