Li dijî tayînkirina qeyûman çalakî hatin lidarxistin 2020-05-20 17:18:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina HDP'ê li dijî tayînkirina qeyûman li Riha, Mêrdîn û Enqerê daketin kolanan û çalakî li dar xist. Polîsan êrîşê çalakiya Enqereyê kirin.     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mêrdîn, Rihay û Enqereyê li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên Sêrt,  Îdir, Hawêl, Misirc û Vartînîsê çalakî li dar xist û tayînkirina qeyûman şermezar kirin. Polîsan êrîşê çalakiya Enqerê kirin.   Li Rihayê qeyûm hat şermezarkirin   Rêxistina HDP'ê ya Rihaye li ber avahiya HDP'ê ya Eyûbiyê çalakî li dar xistin û bertek nîşanî tayînkirina qeyûnan da. Parlamenter û rêveberên HDP'ê jî di navde gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan, diyar kir ku qeyûm tayînî vîna gel kirine û wiha got: "Îqtîdara ku qala demokrasiye dike vîna gelê qurt xezp dike û darbeyê dike. Rojek bê dê kesên zilmê dikin bên darizandin û hesab bidin."  Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu jî diyar kir ku ji têkoşîna jinê ditirsin û wiha got: "Ji vîn û hebûna jinê ditirsin. Ji ber vê yekê dema qeyûm tayîn dikin ewil êrîşî destkeftiyê jinan dikin. Ew çiqas êrîş bikin, jin dê ew qas xwe bi rêxistin bikin. Em ê li pergala Hevserokatiyê xwedî derkevin."    Li Mêrdinê daxuyanî hat dayîn    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê jî tayînkirina qeyûman şermezar kir. Platformê li pêş avahiya KESK'ê daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê Pero Dundar û rêveberên HDP'ê jî amade bûn. Li vir pankarta "dest nedin vîna min vekirin" û daxuyanî dan. Di çalakiyê de Derya Akyol, diyar kir ku qeyûm xezpa vînê ye û wiha got: "Hemû cîhan bi şewbê re şer dike, lê îqtîdar şewbê dike firsend û otorîteya xwe xurt dike."    Polîs êrîşê çalakiya Enqereyê kir    Rêxistina HDP'ê ya Enqerê xwest li kolana avahiya xwe daxuyanî bide û tayînkirina qeyûman şermezar bike, kolan û avahiya HDP'ê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Her wiha polîsan nehiş welatî biçin avahiya HDP'ê jî. Her wiha çapemeniya ku dixwest çalakiyê bişopîne bi hinceta ku qertê wan a zêr nîne ji qadê hatin dûrxistin. Ligel dorpêça polîsan hevserokê HDP'ê ya Enqerê Vezîr Coşkûn û endama Meclîsa Partiya HDP'ê Alîşan Şahîn xwestin daxuyanî bidin lê bi êrîşa polîsan ve rûbirû man. Her wiha polîsan Vezîr Coşkûn binçav kirin.