Binpêkirina mafan a li Girtîgehên Bayburt û Tersûsê didomin 2020-05-20 16:14:14   MÊRDÎN - Jinên girtî yên li Girtîgeha Tersûsê anîn ziman ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tevdîrên derbarê Vîrusa Koronayê de nayên girtin û got înfaza wan hatiye şewitandin.    Tevî talûkeya Vîrusa Koronayê ya li hemû cîhanê belav bûye binpêkirina mafan a li girtîgehên tirkiyeyê dewam dikin. Girtiyan bi rêya hevdîtina bi malbatên xwe re pirsgirêkên xwe her tînin ziman lê belê ji aliyê îktidarê ve di vê derbarê de tu gavên şênber nayên avêtin. Girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Tersûsê ku her bi binpêkirina mafan tê rojevê bi rêya hevdîtina bi malbatên xwe re diyar kirin tevdîrên Vîrusa Koronayê li girtîgehê nayê girtin.    Li Girtîgeha Tersûsê pirsgirêka xwarin û derman heye   Girtiyan diyar kirin ku xwarana girtîgehê gelekî xirab e nayê xwarin û gotin derbarê Vîrûsa Koronayê de jî tu  tedbîr nayên girtin. Her wiha girtiyan anîn ziman ku înfazên wan jî hatine şewitandin.    Pirsgirêka ava germ a li Girtîgeha Bayburtê didome   Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê diyar kirin ku pirsgirêka ava germ a li Girtîgeha Bayburtê didome û gotin girtîgeh hefteyê du caran ava germ dide lê ew av jî ne zêde germ e.