‘Em di dîstopyaya ku hikûmetek îrasonel dimeşîne de dijîn’ 2020-05-20 09:10:00   Dîlan Babat   ENQERE - Ji Tora Piştevaniya Jinan Buse Uçer, got di pêvajoya pandemiyê de li ser çapemeniya civakî hatine cem hev, atolyeyên çîrok, helbest, xwendina pirtûkan pêk anîne û got: “Em di dîstopyaya ku hikûmetek îrrasyonel dimeşîne de dijîn. Parçeyeke vê dîstopyayê jî korona bû.”   Ev ji du mehan zêdetir e vîrusa korona bandor li ser Tirkiyeyê kiriye. Dewletê bernameya ‘normalbûnê’ aşkera kir û li aliyê din jî hişyariya pêla duyemîn tê kirin. Ji pêvajoya pandemî de mirov li malên xwe man û barê jinan bêguman girantir bû. Tora Piştevaniya Jinan di vê pêvajoyê de jî li dijî her cureyê şîdeta li ser jinan têkoşîn meşand.   ‘Em bi jinan re tevlî çalakiyên xurt bûn’   Ji Tora Piştevaniya Jinan Buse Uçer der barê pêvajoyê de axivî. Buseyê got di pêvajoya pandemiyê de jinên derdora wan roja xwe bi sporê dane destpêkirin, pirtûk xwendine, xwarinên nû fêr bûne û fîlmên nû temaşe kirine. Buseyê wiha got: “Min pirtûka Anna Karenîna ya di lîseyê de xwendibû ji nûve xwend. Me wek jinan di pêvajoya pandemiyê de refleksek lezgîn da . Me atolyeyên çîrok û helbestan dan destpêkirin. Parêzer hatin cem hev û qanûna hejmar 6284 ji nûve vegotin. Em bi jinan re bi awayekî xurt tevlî kampanyayan bûn.”   ‘Bi qanûna înfazê mêran sûcên xwe berdewam kir’   Buseyê destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de şîdeta li ser jinan jî zêde bûye û sedema vê jî şert ûmercên nebaş yên jin têde dixibitien û wiha pê de çû: “Jin di vê pêvajoyê de hepsî malê bûn. Barê hemû malê li mile jinan hat barkirin. Bi qanûna înfazê re jî mêrên derketin, jin qetil kirin û sûcên xwe berdewam kirin. AKP’ê bi qanûnê tacîz û tecawizkar derxistin derve. Gelo bi vê çi armanc dikin? kesên hatin derxistin wê bibin leşkerên kê? Vê qanûnê bi her awayî bandorek nebaş li ser me kir lê ev li hesabê AKP’ê hat. Beriya pandemiyê jî rewş ne rasyonel bû. em di serdemek îrrasyonel de ne. Em di dîstopyaya ku hikûmetek îrrasyonel dimeşîne de dijîn. Parçeyeke vê dîstopyayê jî korona bû.”