Li gelek deveran tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin 2020-05-19 15:32:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên rêxistinên civakî û HDP'ê li gelek navendan daket qadan û çalakî li dar xistin û tayînkirina qeyûman şermezar kirin.    Piştî Wezîrê Karên Hundir, qeyûm tayînî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Îdîr, Sêrt û navçeyên Misirc û Hawêlê û Bajaroka Vartînis a Mûşê kir bertek û nerazîbûn zêde dibin. Nûnerên rêxistinên civakî û HDP'ê li gelek navendan daket qadan û çalakî li dar xistin. Di çalakiyên şermezarkirinê de hat destnîşankirin ku tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Sêrt, Îdir, Misirc, Xana Hawêl û Vartînîsê yên HDP’ê “darbeya AKP’ê” ye.    Li dijî qeyûman li Silopiyê çalakî    Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê jî endam û rêveberên HDP'ê û nûnerên rêxistinên demokratîk li pêş avahiya HDP'ê ya Sîlopiyê kom bûn û tayînkirina qeyûman şermezar kirin. Parlamenterên HDP'ê, hevşaredar û rêveberên HDP’ê amade bûn. Di çalakiyê de pankarta “Qeyûm darbeya li dijî vîna hilbijêr e" vekirin û daxuyanî dan. Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozgüneş, diyar kir ku AKP her ku diçe bêtir biçûk dibe û ji ber vê yekê êrîşî derdorê dike û qeyûm tayînî şaredariyan dike Hasan anî ziman ku ew dê şaredariyan dîsa qezenç bikin, demokrasî, aştî û edaletê bînin Tirkiyeyê.    Tayînkirina qeyûman li Rihayê hat şermezarkirin   Rêxistina HDP’ê ya Rihayê têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka Rêxistina HDP’a Rihayê Emîne Çetîner di daxuyaniyê de axivî û got: “Vîna gel bi qeyûman ji holê radikin û dixwazin rejîma qeyûman ava bikin. Îqtîdar dixwaze vê mayînde bike. Ji me û şaredariyên me ditirsin. Şewb, vîn, maf û hiqûqê nas nakin û qeyûman tayîn dikin.” Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî destnîşan kir ku mafê bijartinê ji destê gelê kurd digirin û got: “Yên ku behsa demokrasiyê û mafê mirovan dikin qeyûman tayîn dikin û vîna gel nas nakin. Zilmek wiha li tu devera dinyayê nîne. Darbekar li dijî gelê kurd darbeyê dikin. Her roj zilmê li gelê kurd dikin. Lê wê gelê kurd netirse û têkoşîna bidomîne. Şaredariyên we nikaribû bi hilbijartinê bi dest bixin, lê hûn bi zordestiya qeyûm desteser dikin.” Daxuyanî bi berzkirina dirûşm û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Li Semsûrê daxuyanî hat dayîn    Rêxistina HDP’ê ya Semsûrê jî tayînkirina qeyûman bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kir. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navendî Hasarî Ogûz daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê li dijî qeyûman têkoşîna xwe bidomînin.