Hêzên Demokrasiyê: Em li dijî helwesta îktidarê ya dijhiqûqî ne 2020-05-19 15:18:16   EDENE - Hêzên Demokrasiyê yên Edeneyê têkildarî tayinkirina qeyûman û guhertinên ku tê xwestin li ser rêxistinên pîşeyan bên kirin de daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Em li dijî helwesta îktidarê ya têkildarî hiqûqê ne."   Hêzên Demokrasiyê yên Edeneyê têkildarî tayinkirina qeyûman û guhertinên ku tê xwestin li ser rêxistinên pîşeyan bên kirin de û derbarê sirgûnkirina endamên Sendikaya Xebatkarên Hilgirtinê yên Hevpar (BTS) daxuyaniya çapemeniyê dan. Daxuyanî bi beşdarbûna parlamentera HDP'ê Tulay Hatimgolullari li Parka Heykelli ya Edeneyê hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD'a Edeneyê Îlhan Ongor ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat gotin ji aliyekî banga li mal bimînin tê kirin û ji aliyekî jî keda kedkaran tê binpêkirin.    'Gelek pêkanînên dijhiqûqî hene'   Di daxuyaniyê hat gotin:"Gelek pêkanînên dijhiqûqî hene. Tayinkrina qeyûman a ser Şaredariyên HDP'ê, Binçavkirina hevşaredaran, nivîskar, hunermend, rojnamegerên tên tehdîtkirin, Sirgûnkirina endamên BTS'ê, Odeyên pîşeyan ên ku tên xwestin bên tunekirin, binpêkirina mafên tenduristvanan hemû  pêkanînên dijhiqûqî yên li tirkiyeyê ne. "   'Qeyûm otorîteya li dijî demokrasiyê û gel e'   Di daxuyaniya ku hat bibîrxistin di 15'ê Gulanê qeyûm tayinî 5 şaredariyên HDP'ê bûye de wiha hat gotin:"Em wekî Hêzên Demokrasiyê yên Edeneyê li dijî pêkanînên dijhiqûqî derdikevin. Tayinkirina qeyûman nîşaneya nêrîna li dijî pirsgirêka kurd e. Ev aqlê dewletê ji aştiya civakî re xizmetê nake. Divê hevserokên ku ji peywira xwe hatine dûrxistin dîsa vegerin ser peywira xwe. Qeyûm otorîteya li dijî demokrasiyê û gel e."   'Dema AKP'yî sûc dikin derbarê wan de lêpirsîn nayê destpêkirin'   Piştre Tulay Hatimogullari axivî û wiha got:"Dema em li tiştên ku diqewimin dinêrin bi pêkanînên faşîzane tê xwestin ku ev welat têkeve nava şerekî navxweyî. Derbarê kesên ku îro bangî hêzên xwe yên militer dikin û dibêjin 'Ez dikarim serî bi 50 kesî re derxim' de lêpirsîn nayê vekirin. Muhalif di encama tiştekî biçûk de tên girtin."