Li Girtîgeha Sîncanê 6 girtî bi jehrê ketin 2020-05-19 15:10:32   ENQERE - Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji ber xwarinê 6 girtî bi jehrê ketin.    Hat diyar kirin ku duh êvarê li Gîrtîgeha Jinan a Sîncan 6 girtî ji ber xwarinê bi jehrê ketin. Girtiya bi navê Leyla Uyank bi rêya telefonê agahî da xwişka xwe Esra Uyanik.    Esra axaftina xwe ya bi xwişka xwe re pêk anî wiha anî ziman: "Leyla îro telefon vekir û ji me re qala jehrêbûna girtiyan kir. Ji bo hîn koxuşan xwarin hatiye belavkirin û lê vê êvarê koxuşa xwişka min xwarin negirtiye. Koxuşên ku xwarin girtine bi jehrê ketin. 6 girtiyên jin bi jehrê ketine, giriyek ji ber ku rewşa wê xirabûye rakirine nexweşxaneyê û yên din jî hema li revîrê hatine tedawîkirin. Her wiha girtiya ku birinê nexweşxaneyê piştî anîne girtîgehê jî xistine bin karantînayê. Derbarê girtiyên din ên edlî jî agahî negirtine."