Bertekên li hemberî qeyûman didomin: Dê berxwedan bidome 2020-05-19 14:40:44   AMED - Li dijî tayînkirina qeyûman Rêxistina HDP'ê ya Sûrê daxuyaniyek da û got: "Li hemberî zîhniyeta darbeyê dê têbikoşîn. Duh jî û îro jî dê sibehê jî li ber xwe bidin. Gotina dawiyê her tim mirovên berxwedêr dibêjin."   Pîştî ku bi telîmata Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînisê kir, bertek û nerazibûna li hemberî qeyûman jî dest pê kirin. Derbarê tayînkirina qeyûman Rêxistina HDP'ê ya Sûra Amedê li ber avahiya xwe daxuyaniyek dan. Parlementerên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosun û Dêrsim Dag, hevşaredara Sûrê Cemal Ozdemîr ê ku şûna wî qeyûm hat tayînkirin û endam û rêveberên DBP'ê ya Amedê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Qeyûm xespkirina vînê ye em tu carî qebûl nekin" hat vekirin û dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" hat berzkirin. Daxuyaniyê ji hêla hevseroka HDP'a Sûrê Xatûn Yildiz ve heta xwend.    'Qeyûm xesp û sûc e'   Xatûn, diyar kir ku rejîma qesrê bi polîtîkayên xwe yên neyartiyê, maf û hiqûqê nas nake û wiha axivî: "Naskirina mafê hilbijartinê mecbûrî ye. Divê rejîma qesrê vîna gel re rêzdar be. Desthilatdar bi tayînkirina qeyûman sûc kir. Qeyûm xesp e, sûc e û em ê vê sûcê ragihînin hemû platforman."   'Gotina dawiyê hertim mirovên berxwedêr dibêjin'   Xatûn diyar kir ku dê li dijî zîhniyeta darbeyê tê têbikoşin û li ber xwe bidin û wiha dom kir: "Ji bo gel û vîna gelê xwe bi piştgirî û hevkariyê em ê vîna gelê xwe ji nûve jîn bikin. Me duh li ber xwe da em ê îro jî sibê jî li ber xwe bidin. Gotina dawiyê her tim mirovên berxwedêr dibêjin."   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ve bi dawî bû.