670 rewşenbîr: Em li Zînî Wertê şer naxwazin 2020-05-19 12:42:41   NAVENDA NÛÇEYAN - 670 rewşenbîrî nameyek ji rayedarên Başûrê Kurdistanê re şandin û gotin: "Em şer naxwazin û divê hêzên li Zînî Wertê hatine bicihkirin bên vekişandin."   670 rewşenbîr û hunermendî mohra xwe danîn binê metnekê û ji Wezîrê Pêşmergeyan, Seroka Parlamenta Federal a Kurdistanê, Serokê Federal Nêçirvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Kûbat Talabanî, Serokkomarê Iraqê û partiyên li parlamenta Başûrê Kurdistanê re şandin. Her wiha bi rêya e-mailê ji Nûnerê Hikûmeta Federal ê li Berlînê re şandin.   Di nameyê de wiha hat gotin: "Em; nûnerên partî, sazî û rêxistinên li Ewropayê, rewşenbîr, akademîsyen, hiqûqnas, siyasetmedar, nivîskar, hunermend, demokrat û welatparêzên Kurdistanî dibînin ku dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê di nava hewldanên gelekî qirêj de ye.   Weke ku em hemû pê zanin, dîroka vê dewletê bi polîtîka û hewldanên dijminane yên li dijî gelê Kurdistanê dagirtî ye. Rojên dawî li gel êrişên dijî Rojavayê Kurdistanê her wiha planeke gelekî metirsîdar li Başûr xistiye dewrê. Li Zînî Wertê, ji bo vê plana xwe ya dijminane û xwînrij pêk bîne, dest bi afirandina zemîneke birakujiyê kiriye.   Dê bixin nava şerekî birakujiyê    Em bi rengekî eşkere dibînin ku ev dewleta dijmin dixwaze Hêzên Tevgera Gelê Kurdistanê bixe nava şerekî navxweyî, bi hev bide kuştin û li Kurdistanê bixe nava şerekî birakujiyê. Li dijî vê planê û projeya qirkirinê ya li hemberî gelê me, gelo hêzên pêşeng ên gelê Kurdistanê wê bêdeng bimîne û bi xemsarî tevbigere?   Na, nexêr, divê em bêhelwest nemînin û bi navê saziyên li jêrê navên wan hatine nivîsandin; em bang li partî, sazî, kesayet, aştîxwaz, welatparêzên Kurd, bi taybetî jî hêzên çekdar ên Kurdistanê hemûyan; bang li pêşmerge, gerîla û şervanan dikin ku vê plana xayin têk bibin; bi helwest û bersiveke hevpar rabin ser piyan! Li dijî van lîstikên dewleta Tirk a faşîst, bi taybetî li Zînî Wertê divê hêzên pêşmerge û milîtanên li Başûr helwesteke hevpar li dijî vê gefê nîşan bidin. Hêzên ku nû li Zînî Wertê hatine bicihkirin divê tavilê vekişin deverên xwe yên berê, ji ber ku ev hêz sedema berberîbûnê ye.   Vî şerê qebûl nekin...   Bi vê helwesta hevpar em careke din bang li raya giştî ya Kurd dikin û bi rengekî eşkere dibêjin; Em êdî şerê birakujiyê qebûl nakin. Her wiha em bang li raya giştî ya cîhanê, dewletên pêwendîdar ên têkiliya xwe bi dewleta Tirk re hene dikin; hebin hevparê van polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a faşîst û nebin amûrê plana bi nêta nebaş. Berevajî vê yekê, mirovahî û wijdanê mirovahiyê divê li gel têkoşîna jiyana wekhev û azad a gelê Kurdistanê cih bigire!"